MSD: Hewcedariya Sûriyeyê bi xurtkirina nirxên neteweyî û hevgirtina civakî heye

MSDˊê diyar kir ku Sûriye di pêşdeçûnên girîng re derbas dibe û hewcedariya wê bi xurtkirina nirxên neteweyî û xurtkirina hevgirtina civakî heye û bang kir ku derî li pêş derxistina fitneyan bigirin, li gorî qanûnê sûcdarên binpêkirinan ceza bikin.

MSD: Hewcedariya Sûriyeyê bi xurtkirina nirxên neteweyî û hevgirtina civakî heye
22 adar, 2026   00:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew pêşdeçûnên dawî yên li Kobanê çêbûne, dûre bertekên li gundewarê bakurê Helebê, Efrîn, Ezaz heta bi Hesekê û Qamişloyê rûdane bi fikareke mezin dişopîne.

Daxuyaniya MSDˊê wiha ye:

"Meclisa Sûriya Demokrartîk (MSD), li ser paşxaneya daxistina ala Sûriyeyê ji hêla welatiyekî ve ku ev kiryarek şermezarî ye, bi fikareke mezin pêşketinên dawî yên li bajarê Kobanê dişopîne. Ev kiryar li gelek deveran, di nav de gundewarên bakurê Helebê, Efrîn, Ezaz, Hesekê û Qamişlo, bertekên tund derxist holê.

Ev kiryarek takekesî bû ku îradeya gelê herêmê yan helwestên hêzên neteweyî nîşan nade. Her wiha hemû bertekên ku xwedî bertekên tolhildanê ne yan jî qanûn binpê kirine red dike, ji ber ku ev gefek rasterast li ser aştiya sivîl û yekitiya tevna civakî ya Sûriyeyê ne.

Ji ber qonaxa hesas a ku welat tê re derbas dibe û wekî pêvajoya vejîna neteweyî û pêşkeftina di pêvajoya entegrasyonê de, li gorî peymanên îmzekirî, her kiryarek takekesî yan bertekên bêberpirsiyar dikare aramiyê têk bibe, aştiya sivîl tehdît bike û deriyê pevçûnê veke ku nakevin xizmetî berjewendiyên Sûriyeyê ne jî gelê wê.

Ala Sûriyeyê sembolek neteweyî ya yekgirtî ye, rêzgirtina wê berê di daxuyaniyên fermî de hatiye piştrastkirin, ji ber ku ew îfadeya serweriya neteweyî ya Sûriyeyê ye. Sembolên Kurdî beşek yekgirtî ya nasnameya neteweyî ya cihêreng a Sûriyeyê ne û her êrişek li ser van sembolan deriyê fitneyê vedike û xizmetê ji bo aliyên ku ne di berjewendiya gelê Sûriyeyê de ne dike.

Divê her binpêkirin, kiryarên tehrîdkirinê, yan êriş, bêyî ku çavkanî yan cihê wan di hundirê Sûriyeyê de çi be, li gorî qanûnê werin rûbirûkirin û divê sûcdarên wan werin darizandin, da ku misoger bibe kes ji cezakirinê nefilite û mafên hemû welatiyan werin parastin.

Îro, Sûriye bi hewcedariya xurtkirina nirxên lihevhatina neteweyî, xurtkirina hevgirtina civakî û redkirina hemû şêweyên fitne û kaosê heye. Li ser vê bingehê em bang li hemû hêz û aktorên civakî dikin ku asta herî bilind a berpirsiyariya neteweyî nîşan bidin û ji bo aramkirina rewşê û pêşîgirtina li her gurrbûna ku aramiyê tehdît dike bixebitin.

Em bang li saziyên ewlehî û dadweriyê yên têkildar ên li hemû herêman dikin ku bi tevahî berpirsiyariyên xwe di parastina welatiyan, sînordarkirina binpêkirinan û bicihanîna qanûnê de bi awayekî ku edaletê bi dest bixe û aştiya sivîl biparêze, bigirin ser xwe."

(fr)