ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-12-2024
21 kanûn, 2024   02:00

Rewşenbîr Mihemed Nûr El Ehmed û çalakvana siyasî Madlen El Ubeyd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya derxistina nakokiyên mezhebî û etnîk hewl dide Rêveberiya Xweser têk bibe û planên xwe yên dagirkeriyê bi cih bîne. Her wiha Li dijî van planan jî banga hevgirtinê li gelê Sûriyeyê kir.

“Bêyî ku wijdanê wan bilive, jin û zarok serjê kirin.” Ev hevok a yek ji wan kesan e ku nekarîn ji Şehbayê derkevin. Ev jî sûcên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li gundên kantona Efrînê û Şehbayê yên ku nû hatine dagirkirin, vedibêje.

Serokê eşîra Erebiya ya Kurd bang li hemû partî û aliyên siyasî yên kurdî kir ku banga gel a yekitiya neteweyî bibersivînin.

Rojnamevanan hedefgirtina rojnamevan Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina rojnamevanan dixwaze sûcên xwe veşêre û rê li ber derxistina heqîqetê bigire. Rojnamevanan got, "Em bi rêya Cîhan û Nazim şopdarên heqîqetê bin."

Di çarçoceya bersivdana banga seferberiya giştî ya QSDˋê de, şêniyên gundên bajarê Kobanê ragihand ku ji bo parastina Kobanê li hember êrişên dewleta Tirk a dgairker û çeteyên wê ew amade ne.

Piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê, di êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî sivîl û leşkeran ên li çolistana Sûriyeyê de, 70 kes hatin kuştin. Di heman demê de çeteyên DAIŞ’ê ji êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sûdê werdigirin û plan dikin ku êrişî navendên girtina çeteyên DAIŞ`ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

Xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê 2 şervanên Hêzên Komandos ên girêdayî QSDˋê şehîd Ehmed El Xidir û Hebîbî El Omer oxir dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê li navenda çandê ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî yên dawî li qada Sûriyeyê civîneke girseyî li dar dixe, bi heman wesîleyê Meclisa bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bi hevkariya PYDˋê li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê civînekê li dar dixe. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê sersaxiyê dide malbatên şervanê QSDˋê şehîd Yûsif Ehmed El Ilêwî. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bjaarê Amûdê yê kantona Cizîrê ji bo piştgiriya QSDˋê û daxwaza yekitiya aliyên siyasî yên Kurdî ji Qada Jina Azad ve meşekê organîze dike. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Li navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê xebatên kongreyê yên xwegihandina yekitiya aliyên siyasî yên Kurdî civîneke çapemeniyê tê lidarxistin. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN 

Meclisa Jinên Sûriyeyê li bajarê Hesekê der barê pêşdeçûnên siyasî û leşkerî li Sûriyeyê daxuyaniyekê dide. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN