ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-03-2024
21 adar 2024   02:00

Beşên civakê yên kantonên Reqa û Dêrazorê diyar kir ku hewldanên dewletên komploger û dewleta Tirk a dagirker ên têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tê werin têkbirin û got: "Ji ber ku em li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan dimeşin û em ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li ber xwe bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Beşdarên şahiya pêxistina agirê Newrozê li Helebê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî ji wan dûr e, lê xisletên wî di dil û mejiyên wan de ye û ew dev ji berxwedanê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bernadin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz di şahiyên navendî de tê pîrozkirin, her wiha li Dêrikê li gundê Mamşor, li Çilaxa û Girkê Legê li gundê Helaq, li Tirbespiyê li gundê Dirêcik, li Qamişlo li gundê Hîmo, li Amûdê li gundê Çaxirbazar, seda Hesekê, li Kobanê li Til Miştenûr, li Reqa li Yarîgeha Beledî Newroz tê pîrozkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA