Rueters: Berpirsekî Hizbillah serdana Îmarat Erebî kir
Ev serdan ji bo hêsankirina berdana zêdetirî 10 welatiyên Lubnanê yên ku li Îmaratê hatine girtin.
![Rueters: Berpirsekî Hizbillah serdana Îmarat Erebî kir](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202403/image_870x_65fb430e66306.jpg)
4 çavkaniyên nêzîkî Hizbullah ji ajansa Ruetersˊê re da zanîn ku berpirsê mezin ê Hizbullah Wefîq Sefa serdana Îmaratê kir.
Li gorî Ruetersˊê mebest ji serdanê hêsankirina berdana zêdetirî 10 welatiyên Lubnanê yên ku li Îmaratê hatine girtin.
Çavdêran diyar kir ku ev serdan li gorî daxwaza Ebû Zabî bû. Her wiha çavdêran destnîşan kir ku ev serdan piştî nakokiyên dirêj nexasim piştî nêzîkbûna Îmaratê ji Îsraîlê, di navbera her du welatan de hat.
Çavkaniyekî diyar kir ku ev serdan vekirina rûpeleke nû di têkiliyên navbera her du welatan de ye.
Her wiha Sefa yekitiya hevgirtin û koordînasyonê ya Hizbullah a ku bi hêzên ewlekariya Lubnanê re koordîne dikin, bi rê ve dibe.
(mh)