ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-02-2024
21 sibat, 2024   02:00

Berxwedana şoreşgeran a girtîgeha Amedê ya di 1982'an de daxmayeke girîng di jiyana Seîd Ehmed Ebdî Emad de çêkir. Piştî ku baweriya Seîd bi PDK'ê têk diçe ew tev li têkoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi salane zimanên resen ên cîhanê bi tunebûnê re rû bi rû dimînin. Perwerdeya bi zimanê dayikê û fêrbûna pirzimanî ji xalên sereke ne ku di Roja Zimanê Dayikê de tên nîqaşkirin. (BI WÊNE)

Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete ji destpêka îsal ve li kantona Efrînê 4 welatî qetil kirin û 94 welatiyên din revandin. (BI WÊNE)

Fatme Îbrahîm a ji xelkê navçeya Eyn Îsa ya kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êşên dabînkirina ava vexwarinê dikişîne, lê Ayşe El Salih jî rêbazeke pêk anîn û sûd ji ava baranê wergirt. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hemleya komkirina îmzeyan ji hêla komîteyên însiyatîfa gel ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Tebqayê li navenda Çand û Hunerê civîna xwe ya salê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMˊê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda xwe ya Hesekê civîna salê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriye bi sernavê ˊZimanê Kurdî û pêşdeçûnˊ li navenda xwe ya Hesekê semînerekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Şehba û Efrînê li kampa Serdemêç sersaxiyê didin malbatên şehîd Şoreş Efrîn û Şîlan Efrîn, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zanîngeha Rojava û Saziya Zimanê Kurdî bi boneya Roja Zimanê Dayikê li hola zanîngehê ya Qamişloyê panelekê li dar dixe, saet 10:00ˊan, Rêveberiya Dibistanan a Til Hemîsê li hola xwe semînerekê dide, saet 11:00ˊan, her wiha li Dibistana Felek Hewas a Hesekê şahiyek bi vê boneyê tê lidarxistin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziya Ulf Tau ya Zimanê Suryanî bi hevkariya Navenda Lêkolînên Stratejîk a Suryanî re bi boneya zimanê dayikê li hola dêra Suryan a katolît a Qamişloyê atolyayekê li dar dixe, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA