Di êrişa Tirkiyeyê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest
Balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Kafya yê girêdayî navçeya Akrê bombebaran kirin û di encamê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da û du pêşmerge jî birîndar bûn.

Li gor nûçeyên medyaya navxweyî ya Iraqê, balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Kafya yê girêdayî navçeya Akrê ya ser bi parêzgeha Duhokê bombebaran kirin û di encamê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da û du pêşmerge jî birîndar bûn.
PDK di şerê li dijî gerîlayên azadiyê de li rex artêşa Tirk ya dagirker cih digire û hemû alîkariyên ji destê wê tê dide artêşa Tirk. PDK li ser êrişên dewleta Tirk ya dagirker ji bilî alîkariya ji dewleta Tirk a faşîst re tu helwestên neteweyî li dijî dewleta Tirk nîşan nedaye, xwe ker, lal û kor kiriye. Heta der barê êrişên dewleta Tirk yên li ser pêşmergeyên xwe de jî tu helwestan nîşanî dewleta Tirk nade û heta ji wê tê nahêle di medyayê de bê behskirin.