ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-11-2025
20 mijdar, 2025   02:00

Di salekê de li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Minbic ên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, li dijî jinan bi sedan sûcên wekî kuştin, tundî, tecawiz, îşkence û revandinê pêk hatin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di 8 salên dagirkeriyê de li Efrînê şêniyên resen rastî kiryaran tên û her roj li herêmê guhertina demokrafîk pêk tê û mal û milkên şêniyan bi darê zorê tên desteserkirin. Bi pêkanîna van kiryaran li Efrînê ewlehî nîn e. BI WÊNE Û DÎMEN

Di salvegera 3ˊyemîn a komkujiya gundê Teqil Beqil de ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû kirin, malbatên şehîdan careke din daxwaza darizandina sûcdaran kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîskar Ebdulezîz Hemdoş destnîşan kir ku tiştê li Sûriyeyê bûye ne rizgarkirin bû, ew dawiya serdemekê bû, lê derfetên avakirina dewleteke ewle û aram hîn temam nebûne. Nivîskar diyar kir ku sûc û binpêkirinên ku hatine pêkanîn hêviyên gel winda kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Reqayê destnîşan kir ku hevgirtina pêkhateyan bingeha xurt a ewlehî û aramiya Sûriyeyê ye, nexasim hemwextî gef û hewldanên derxistina fitneyan. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Yekitiya Esnafan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku armanca sereke ya yekitiyê ew e ku aboriya civakî were rêxistinkirin û pêşxistin, ew jî bi rêya dabeşkirina dikanan li gorî cûreyan û tunekirina tevliheviyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantonên Reqa û Tebqa 2 meşên cuda li dar dixin, li Tebqayê 10.00ˊan û li Reqayê 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistinên Civaka Demokratîk ên kantona Reqayê Kongreya Yekitiya Cotkaran a Reqayê ya 2ˊyemîn li hola Mişwar a bajêr li dar dixin, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina Jinan a kantona Cizîrê bi boneya Rojava Zarokan a Cîhanê li bajarê Hesekê şahiyekê li dar dixe, 10.00ˊan, Rêxistina Strêk a Parastinê û Şopandina Mafên Zarokan bi heman boneyê çalakiyekê li dar dixe, 15.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya 25ˊê Mijdarê li kantona Firatê meşek bi beşdariya mêran ji Qada Jina Azad a Kobanê tê lidarxistin, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star bi hevkariya MSDˊê di çarçoveya çalakiyên 25ˊê Mijdarê de li hola Meclisa Qanûnsaz a Amûdê civînekê li dar dixe, 13.00ˊan, her wiha Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê yê kantona cizîrê meşeke mêran li dar dixe, BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dêrikê Şehîdên Komkujiya Teqil Beqilê li Pakrewangeha Şehîd Xebat dêrik bi bîr tîne, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan çalakiyên xwe li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi dawî dike, 17.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd pêşangeha xebatên zarokên nexweşê talasîma û penceşêrê li hola Parka Azadî ya Qamişloyê vedike, saet ji 17.00ˊan heya 21.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN