QSD: Hêzên me 2 dronên DAIŞ`ê li Reqayê xistin xwarê

"Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan 2 doronên çeteyên DAIŞ`ê ku ji herêmên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê derketine, xistin xawarê.

QSD: Hêzên me 2 dronên DAIŞ`ê li Reqayê xistin xwarê
19 mijdar, 2025   23:21
NAVEDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê der barê xistina 2 dronên çeteyên DAIŞ`ê li gundewarê Reqayê daxuyeniyek weşand.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

Hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), îro piştî nîvro du dron xistin xwarê. Dron ji çeperên komên hikûmeta Şamê yên li ser eniya gundê Xanim El Elî li gundewarê rojhilatê Reqayê derketine. Ev herêm hefteyek e ji aliyê hêzên hikûmetê û komên girêdayî wan ve di bin êrişê de ye.

Droneya yekem ji cureya Matrice M30 bû, û ya duyemîn jî droneke êrişê ya FPV bû.

Piştî deseserkirina bermayên her du droneyan, tîmên me yên teknîkî karîn daneyan ji karta bîrdankê ya Matrice M30 derxînin û lêkolîn bikin. Di lêkolînê de bi zelalî eşkere bû ku ekîba ku droneyê dixebitîne, keşfê dike, çavdêrî û êrişê pêk tîne, çekdarên biyanî yên girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞê ne. Ev çakdar li çeperên hikûmeta Şamê yên li hember xetên parastinê yên QSD'ê bi cih bûne.

Ev dane bi awayekî eşkere nîşan didin ku çend komên hikûmeta Şamê bi çekdarên biyanî yên girêdayî DAIŞê re hevkariyê dikin, ew dihêlin çeteyên DAIŞ`ê çeperên van koman bikar bînin da ku keşf û êrişên bi droneyan pêk bînin. Ev yek dihêle ku rêxistina terorîst hêza xwe bi awayekî xeternaktir ji nû ve ava bike.

Ji bo ev agahî werin piştrastkirin, em bi vê daxuyaniyê re wêne û materyalên belgekirî ji bo raya giştî diweşînin, da were zanîn ku girêdanên van koman ewlehî û aramiya sivîlan dixe xeteriyê.

Hêzên me bang li hevkarên xwe yên di hevpeymaniya navneteweyî de dikin ku van rastiyên cidî bişopînin û lêpirsînekê vekin li ser mijara ku çekdarên biyanî yên bi DAIŞê li xetên temasê dronan dixebitînin, û hemû aliyên ku piştgirî didin an jî dibin alîkar bo peydakirina piştgiriya teknîkî û lojîstîkî bişopînin. Paşguhkirina van binpêkirinan ewlehiya herêmî tehdît dike û dihêle ku rêxistina terorê xwe ji nû ve kom bike û sivîl û civakan terorîze bike."

ANHA