ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-04-2026
20 nîsan, 2026   02:00

Rojnamegeriya kurdî ji weşandina rojnameya kurdî ya yekemîn ve dikeve sala xwe ya 128ˊan. Gelo rojnamegeriya kurdî ji zehmetî û êşên pirsgirêka kurdî re çi qas bû bersiv? Di vê qonaxê de, rola rojnamevan û dezgehên çapemeniyê di pêşxistina yekkirina xîtaba medyayê de ji bo xurtkirina hebûna xwe di nêzîkatiyeke berfirehtir a pirsgirêka Kurd de pir girîng e.

Koçberan diyar kir ku pirsgirkên li Sûriyeyê dê bi vegera koçberan a li warên wan û bicihanîna Peymana 29'ê Çileyê çareser bibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Parêzer Newaf Hatûm diyar kir ku revandin, kuştin û kiryarên li Sûriyeyê çêdibin, bandorê li ewlehiya hemwelatiyan dike û got, divê dadgeh serbixwe be û qanûn têkeve dewrê. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê ji bo şermezarkirina êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê û êrişên li dijî sembol û destkeftiyên Kurdan li Rojava Kurdistanê meşekê li dar dixe, meş ji Qada Jina Azad ve dest pê dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dêrikê bi daxwaza berdana zarokên xwe yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê dîlgirtî ne xwepêşandanekê li dar dixe, meş ji Qada Azadiyê ve dest pê dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê cenazeyên şervanên QSDˊê şehîd Şivan (Selman Ubêd El Mihemed) û Elaa Hesekê (Xirdir Casim Hisên) li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) panelek têkildarî rola rojnamevanên jin ên Kurd di veguhastina heqîqetê û Şoreşa jin, dûrketina ji kîndariyê û tehrîda çapemeniyê li dijî jinan û pêkhateyên Sûriyeyê li Akademiya Perwerdê ya Qamişloyê de li dar dixe, 14.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN