Pakistan: Me bi Îranê re gotûbêjin avaker li ser aştî û aramiyê kirin

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf li ser pêşdeçûnên rewşa herêmî bi serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re axivî û ew axaftin bi "avaker" bi nav kir.

Pakistan: Me bi Îranê re gotûbêjin avaker li ser aştî û aramiyê kirin
19 nîsan, 2026   23:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf îro got ku wî bi Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re li ser pêşketinên rewşa herêmî hevdîtin kir û ew yek bi "avaker" bi navk ir.

Di daxuyaniyek çapemeniyê de, Şerîf got: "Min ji Pezeşkiyan re diyar kir ku Pakistan bi tevahî pabendê rola xwe ya navbeynkar e ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde û aramiya herêmî."

Şerîf di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku: "Min encamên hevdîtinên xwe yên dawî bi rêberên Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiyeyê re, tevî vîzyon fikrên ku min parve kirin, serokê Îranê agahdar kir."

(fr)