Li Dêrazorê bi daxwaza dabînkirina derfetên kar çalakî

Şêniyên herêma El Meamel a gundewarê bakurê Dêrazorê bi daxwaza dabînkirina derfetên kar û çareseriyên bilez çalakiyek li dar xist.

Li Dêrazorê bi daxwaza dabînkirina derfetên kar çalakî
19 nîsan, 2026   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) îro ragihand ku şêniyên gundewarê Dêrazorê li ber navenda Sadcop a herêma El Meamel a bakurê bajêr, ji ber nebûna derfetên kar û projeyên geşepêdanê çalakiyek organîze kir.

Li gorî SOHRˊê, xwepêşandêran nerazîbûna xwe li hember berdewama çûyîna tankerên bi petrolê barkirî yên ji herêmê ber bi hundirê Sûriyeyê ve diçin anîn ziman, di heman demê de jî şênî di şert û mercên aborî yên dijwar de dijîn.

Beşdarên çalakiyê destnîşan kir ku neçariya gelek şêniyên berê di rafineriyên petrolê yên demkî de ne hilbijartinek rastîn bû, lê belê encamek rasterast a nebûna alternatîfên aborî bû, tevî xetereyên cidî yên ku ev kar ji bo tenduristî û jîngeha wan çêdikin.

SOHRˊê da zanîn ku xwepêşandêran ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê daxwaz kir ku bi berpirsiyariyên xwe li hember xelkê herêmê rabe, derfetên kar û projeyên aborî û geşepêdana rasteqîn peyda bike.

(fr)