ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-04-2024
20 nîsan, 2024   02:00

Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rêya sepandina aştiyê li Rojhilata Navîn e. Her wiha got berdewamkirina têkoşînê rêya yekane ya bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Malbatên girtiyên azadiyê yên ji Efrînê diyar kir ku peyamên girtiyên azadiyê xurtkirina têkoşînê ye û misogeriya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rûspiyên êlên El Igêdat destnîşan kir ku alîgirên hikumeta Şamê û komên alîgirên Îranê hewl didin fitneyê li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derxin. Rûspiyan piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Endamê Komîteya Têkiliyan a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Mihemed Hisên Elî got 30 hêzên siyasî yên sûriyeyî, bi dehan kesayetên serbixwe û siyasetmedar dê tev li kongreyê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên gundê Gewndekî Tayib ê navçeya Çilaxayê li dora kaniya gundê xwe darên fêkiyan diçînin û hewl didin dar û beran zêde bikin ku bi kêmbûna avê û qutkirina çeman re ji aliyê dewleta Tirk ve, tune bûbûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şervanên YPJ’ê Dilara Heleb (Raniya Henan), Ronahî Kobanê (Rodîn Ebdilqadir Mihemed) û Kobanî (Cîhan Nîdal Elî) yên ku 20’ê Nîsana 2022’yan de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Kobanê şehîd bûbûn, li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê tên bibîranîn, saet di 11.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Jinên Ermenên bajarê Hesekê semînerekê li ser qirkirina ermenan dide. Semîner li Parka Xwendinê ya li Hesekê tê dayîn, saet di 16.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA