Malbatên girtiyên azadiyê soza domandina têkoşînê da

Malbatên girtiyên azadiyê yên ji Efrînê diyar kir ku peyamên girtiyên azadiyê xurtkirina têkoşînê ye û misogeriya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Malbatên girtiyên azadiyê soza domandina têkoşînê da
20 nîsan, 2024   03:45
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Çalakiya girtiyên azadiyê ya bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd ku di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dest pê kiribû. Çalakî bi boykotkirina hevdîtinên bi telefonê, yên bi malbatan re û çûna dadgehê didome. Di vê derbarê de malbatên girtiyên azadiyê yên ji Efrînê ji ajansa me re axivîn.

Semîre Mihemed dayika girtiyê bi navê Serbest e ku ji sala 2009’an ve ji hêla dawleta Tirk a dagirker ve hatiye girtin. Serbest ji 27’ê Mijdarê ve cihê xwe di greva birçîbûnê de girtiye û ji 9’ê Adarê ve bi malbata xwe re neaxiviye. Dayika Serbest, Semîre Mihemed wiha got: “Her ku kurê min bi min re diaxivî, min gelek moral jê digirt. Armanca wan a sereke azadiya fizîkî ya Rêber Abdulalh Ocalan e. Ji bo me dibêje têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin. Çi dibe bila bibe dev ji têkoşîna xwe ya li Şehbayê bernedin.”

Her wiha Mistefa Mehmûd birayê Rêber ku ji 1994’an de hatiye girtin û di 27’ê Mijdarê de bi hevalên xwe yên girtî re di nava grevê de ye.

Mistefa Mehmûd got: “Di destpêkê de ji me re got dê 3 mehan bi kesî re neaxivin. Di vê grevê de wan tenê rêyek da hilbijartin; azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Di peyamê de birayê min got bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe ji zîhniyeta desthilatdar azad bikin. Di her axftinê de em moralê ji wan digirin û em ji nû ve soza têkoşînê didin.”

Her wiha Emel Mihemed xwişka Sefqan Çiya ku di sala 2012’an de hatiye girtin. Her ku grevek tê destpêkirin, Sefqan jî tê de cih digire. Di greva 27’ê Mijdarê hatiye destpêkirin. Sefqan jî cih tê de girtiye. Xwişka Sefqan ji me re peyama birayê xwe got: “Peyama wî hevgirtin û yekitiya gelan e û azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Heya agahiyek ji Rêber Apo neyê ew dest ji têkoşîn û berxwedanê bernadin. Her wiha ji bo gelan jî banga xurtkirina têkoşînê hate kirin.”

ANHA