ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-03-2024
20 adar 2024   02:00

Di 18’ê Adarê 2018’an de dewleta Tirk a dagirker herêma Efrînê dagir kir, lê di berxwedan 58 rojan de gelek dayikan cenazeyên zarokên xwe bi destê xwe oxir kirin. Dayika Binefş jî yek ji van dayikan e ku zarokên xwe bi destê xwe oxir kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakvana siyasî Ebîr Hesaf destnîşan kir ku rewşên ewlekarî, siyasî û leşkerî yên pergalên dijberî Kurdan li herêmê li ser partiyên Kurdî ferz dikin ku li helwest, siyasetên xwe vegerin û dev ji berjewendiyên xwe yên partiyetê berdin û yekitiyekê ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Tebqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroza 2024ˊan li Yarîgeha Werzîşê pîroz dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ya kantona Cizîrê, bi boneya Newrozê ji malbatên şehîdan re li qada şaredariya gel şahiyekê li dar dixe, saet 10:00ˊan, her wiha xelkê Til Birakê li çerxerêya navçeyê agirê Newrozê dadide, li Helebê jî xelk beşdarî şahiya Newrozê dibe, saet 20:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan û xelkê kantona Firatê bi boneya Newrozê li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê mûman pê dixe, saet 18:00ˊan, xelkê Hesekê jî li Pakrewangeha Şehîd Dijwar mûman li ser gorên şehîdan pê dixe, li Dirbêsiyê jî xelkê navçeyê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî mûman li ser gorên şehîdan pê dixe, saet 20:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA