Bi hatina Newrozê şahî û pêxistina mûman

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyên pêşwazkirina Newrozê dewam dikin. Her wiha li Til Temirê, Reqa û Qamişloyê agirê Newrozê hat pêxistin, Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê jî mûm li ser gorên şehîdan pêxist.

19 adar, 2024   22:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzbûna Newrozê, li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahî dewam dikin, li bajar, navçe û bajarokên Herêmê agirê Newrozê tê pêxistin.

Li Reqayê xelkê bajêr agirê Newrozê li taxa Ekrad a li aliyê bakurê bajêr pêxistin, her wiha dîlan li dora agir li ber stranên Erebî û Kurdî gerandin.

Li Til Temirê ya kantona Cizîrê, pêkhateyên navçeyê ji Kurd, Ereb û Suryan agirê Newrozê li pêş Meclisa Malbatên Şehîdan pêxist.

Xelkê navçeyê li dora agir dîlan gerandin.

Li taxa Qidûrbegê ya Qamişloyê xelkê taxê agirê Newrozê pêxistin û li dora agir dîlan li ber stranan gerandin.

LI SER GORÊN ŞEHÎDAN MÛM HATIN PÊXISTIN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê li ser Pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi boneya hatina Newrozê mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

Di çalakiyê de endama rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso axivî.

Ayşe Newroz li Rêber Abdullah Ocalan, tevahî têkoşeran, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got: "Newroz ji bo gelan roja vejînê ye."

Ayşe diyar kir ku gelê Kurd qirkirina di 2004ˊan de hatiye ragihandin veguherand bihara biratiya gelan, ew jî mîrasa firkên Rêber Abdullah Ocalan e.

Di dawiyê de Ayşe got, ruxmî Adar meheke tijî dîrokên biêş e; mîna komkujiya Helebce, dagirkirina Efrînê û hwd, lê berxwedana Îmraliyê hişt ku têkoşîn were bilindkirin û Newroz kir sembola azadiyê.

Dûre beşdaran mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

(fr)

ANHA

Qamişlo

Til Temir

Heleb

 Reqa