ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-01-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-01-2024
20 ÇILE, 2024   02:00

 Endamên Medclisa Idliba Kesk a di Partiya Sûriya Pêşerojê de destnîşna kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya hewldanên wê yên têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û zindîkirina DAIŞ'ê de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Êrişa DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê ya sala 2022`yan û êrişa şaneyên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê li dû wê bi salekê, komployên herî mezin ên li dijî Rêveberiya Xweser bûn. Lê belê pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Asûr, Tirkmen û Çerkesan bi hevgirtina xwe her du êriş têk bibin.

Koçberên Efrînê li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê yên ji bo têkbirina lawazkirina têkoşîna wan, israra xwe ya rizgarkirina xaka xwe û vegerê xurttir dikin ku Hêzên Rizgariya Efrînê ava kirin da ku mîrasa berxwedanê derbasî nifşê nû bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hedefgirtina fermandarên jin û çalakgerên jin ên siyasetmedar li navenda xwe ya li Qamişloyê daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrîn û dagirkirina wê meşekê li dar dixin, meş ji Qada Şehîd Egîd ber bi naverasta Kobanê ve dest pê dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Koçberên Efrîn û Şehbayê li kantona Mınbicê hemwestî salvegera destpêkirina êrişên li dijî Efrînê li pêş avahiya Rêveberiya Sivîl a kantonê daxuyaniyekê dide, saet 11:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan xelkê navçeyên Til Temir û Zirganê meşeke girseyî ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Efrîn û Şehbayê hemwextî salvegera destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê li navçeya Fafînê meşeke girseyî li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Minbicê cenazeyê şervanê Hêzên Ceyş El Siwar şehîd Kerîm Mihemed Îbrahîm li goristana şehîdan a Minbicê oxir dike, saet 13:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kombenda Efrîn a Civakî hemwextî salvegera 6ˊan a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê li Çerxerêya Efrîn a Qamişloyê daxuyaniyekê dide, saet 15:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên li ser Efrînê ji Çerxerêya Mîzan heta ber bi naverasta Minbicê ve meşekê li dar dixe, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA