ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2 - 8 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2 - 8 - 2025
2 tebax, 2025   02:00

Rewşenbîrên Dirbêsiyê diyar kir ku ew dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got felsefeya wî temsîla çareseriya îdeal a pêkanîna aştiyê, bicihanîna nirxên mirovî û exlaqî yên civakê dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Çeteyên DAIŞ’ê sûdê ji tevliheviya li Sûriyeyê werdigirin û êrişan pêk tînin, hewl didin careke din xwe bi rêxistin bikin. Heke tevgereke xurt li hember DAIŞ’ê çênebe hingî dê xetereyên mezin bi xwe re bîne ku dê ji sînorê Sûriyeyê wêdetir biçe. BI WÊNE

Li bajarê Şedadê hilberandina xwecih buhayên sebzeyan erzan kiriye û tevgera kirînê li bazaran geş kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Eyn Îsayê gotinên kîndarî û tehrîdkirina li dijî herêmên Rêveberiya Xweser şermezar kirin û diyar kir ku şêniyên herêmê bi armanca van gotinan dizane û bi hevgirtinê û aştiya navxweyî li hember wê disekine. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Mezobotamyayê ya Çand û Hunerê, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo şahiyekê li dar dixe. (09:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Yekîtiya Jinên Êzîdî li Rojava, ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Şengalê, li Mala Êzîdî ya li bajarê Tirbespiyê civînekê li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Gel ya  Bajarê Amûdê civîneke gel li dar dixe, li hola Meclisê ya li bajêr. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê dê cenaziyê şervanê QSD`ê Siûd Xelef (Murad) li mezara şehîd Ristem Cûdî bisprin axê. (18.00) BI WÊNE Û DÎMEN