CPT ya Emerîkî: Artêşa Tirk li Başûr operasyonek nû daye destpêkirin

Endamê Rêxistina CPT ya Emerîkî Kameran Osman ragihand ku tevî pêvajoya aştiyê jî, artêşa Tirk operasyonek nû li gundên ser sînor daye destpêkirin.

CPT ya Emerîkî: Artêşa Tirk li Başûr operasyonek nû daye destpêkirin
1 tebax, 2025   23:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Rêxistina CPT ya Emerîkî Kameran Osman di malpera xwe ya tora civakî Facebookê de, derbarê hewldanên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê de, agahî parvekirin.

Kameran Osman got ku tevî pêvajoya aştiyê di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de hatiye destpêkirin jî, roja 29’ê Tîrmeha îsal, artêşa Tirk bi tevilbûna nêzî 250 leşker, li gundên devera Gulî ya li bajarokê Batûfayê, operasyonek nû daye destpêkirin.

Kameran di dewamê de got; “Destpêkê roja sêşema borî, leşkerên Tirk bi rêya helîkopteran, li çiyayê Siyara Siturê hatin bicih kirin û li ser çiya baregeh avakirin. Herwiha sihara 30’ê Tîrmeha îsal leşkerên Tirk dest bi lêgerîna hemû gundên herêma Gulî kirin û çûn û hatina nava gundan qedexe kirin. Leşkerên Tirk li gundê Keşan ber bi gundê Bankê çûn û seytereyên hêzên parastina sînor yên Iraqê derbazkirin û ber bi gundên Şilîn, Şîlanî, Bankê, Lêhvanî, Ebleh û Pîrbal ve çûn.”

Kameran Osman got ku artêşa Tirk di 28’ê Tîrmeha îsal de hemû rêyên gundên Keşan yên ji bo bax, baxçe û cotyaran girtin û hemû bang li hemû welatiyan kirin ku ji malên xwe dernekevin.

Herî dawî Kameran got; “Artêşa Tirk birêya vê operasyonê rê nade xelk vegerin ser gundên xwe û projeya avakirina herêmek cûda li gundên ser sînor yên îdareya serbixwe ya Zaxo dixe meriyetê û hegemoniya xwe ya leşkerî li tevahî herêmê ferz dike.”