ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2 - 10 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2 - 10 - 2025
2 cotmeh, 2025   02:00

Jinên Helebê girîngî bi banga ‘’Aştî û Civakeke Demokratîk’’ da û teqez kir ku divê dewleta Tirk a dagirker pabendî vê bangê be. Her wiha diyar kir ku pêkhatina aştiyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Du endamên hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ku di meha Tîrmehê de tevlî êrişa li ser Siwêdayê û gundewarê wê bûbû diyar kirin ku wan ji Wezareta Parastinê fermanên pêkanîna qirkirinê li dijî Durziyn wergirtine.BI WÊNE Û DÎMEN

Koordînatorê Giştî yê Şepêla Nîda El Beled Mihemed Îsa destnîşan kir ku hilbijartinên ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dike pêk bîne ne li gorû berjewendiyên niştimanî yên Sûriyeyê ne. Îsa teqezî bi wê yekê da ku divê hilbijartin berhema lihevkirineke niştimanî ya giştî bin. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji kantona Reqayê diyar kir ku li Sûriyeyê pêwîstî bi bicihanîna pergala nenavendî heye, ji ber ku di pêkanîna wekhevî û dadmendiya civakî de û xurtkirina jinan di jiyana siyasî û civakî de mîsogeriya bingehîn e. BI WÊNE Û DÎMEN

Kesên temenmezin rojane li kolana Fayiz Mensûr a li bajarê Tebqayê dicivin da ku lîstika gelêrî ya "Menqela" vejînin. Ev kevneşopî mîrasa herêmî ye. Di heman demê de cihekî ji bo şahiyê û têkiliyên civakî diafirîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Holê û ya bajarokê Um Hucêra Konferansa 1'emîn a Komînan li hola civînan a bajarokê Um Hucêra li dar dixin (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê merasîna xiyabî ya gerîlayê HPG'ê Amed Zap li taxa Miftî li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şandeya MSD'ê serdana malbatên koçber ên Efrînê yên li bajarê Hesekê dike (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên kantona Cizîrê bi meşekê li bajarê Tirbespiyê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê merasîma oxirkirina şervanên QSD'ê şehîd Mihemed Şêx Hisên û şehîd Hemze û merasîma xiyabî ya gerîlayê HPG'ê Şiyar Qeremox li pakrewangeha Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê li dar dixe (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN