Çekdarên dîl hûrguliyên êrişa li Siwêdayê eşkere kirin: Fermanên qirkirina Durziyan

Du endamên hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ku di meha Tîrmehê de tevlî êrişa li ser Siwêdayê û gundewarê wê bûbû diyar kirin ku wan ji Wezareta Parastinê fermanên pêkanîna qirkirinê li dijî Durziyn wergirtine.

Çekdarên dîl hûrguliyên êrişa li Siwêdayê eşkere kirin: Fermanên qirkirina Durziyan
2 cotmeh, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa me xwe gihand du endamên hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ku ji hêla hêzên leşkerî yên herêmî yên Durzî ve dîl hatibûn girtin .

Her du endaman diyar kirin ku wan fermanên "pêkanîna qirkirinê" li dijî civaka Durzî wergirtine. Her wiha gotin ku fermandarên wan ew xapandine û tiştên xelet der barê gelê Siwêdayê ji wan re gotine. Her du endaman her wiha poşmaniya xwe, anîn ziman.

"FERMANÊN QIRKIRINÊ"

Mihemed Abdullah El Elawî, endamekî hêzên hikûmeta veguhêz e, bi nasnavê "Ebû Reyan" tê nasîn, ji gundewarê rojavayê Hemayê ye, diyar kir ku ew bi karwanek ji nêzîkî 800 wesayîtan pêk tê ji Hemayê gihîştiye Şamê, dû re ber bi herêma Edra li gundewarê Derayê, û ji wir ber bi herêma Welga ya Swêdayê ve çûye.

El Elawî da zanîn ku ferman ji wan re hatiye dayîn ku her kesê ku rastî wan were bikujin, çi sivîl, çi çekdar, çi wesayît, bi mebesta "qirkirina Durzuyan".

CILÊN ÇEKDARÊN EŞÎRAN LI WAN KIRIN

Elawî destnîşan kir ku dema ew diketin malan, wan gule li her kesê ku ew didîtin barandin, an jî ew direvandin. Her wiha diyar kir ku fermandarên ku ew şandine ji wan re talîmat dane ku xwe wekî "endamên eşîran" bidin nasîn, ne girêdayî Wezareta Parastinê an jî ti saziyek fermî ya din.

ZAROKÊ ÇEKDAR : ME FERMAN WERGIRT KU HER KESÊ KU EM RASTÎ WÎ BÊN BIKUJIN

Endamê din ê hêzên hikûmeta veguhêz, bi navê Bedir Mihemed El Kedem ê 16 salî ji herêma Seyîda Zeyneb a Şamê ye, diyar kir ku ew endamê "Wezareta Parastinê ya hikûmeta veguhêz e.

El Kedem got ku ew bi fermana rêberekî bi navê "Ebû Mihemed El Dumanî" ketine Siwêdayê, û wan cilên xwe yên leşkerî bi cilên sivîl ên mîna yên bedewiyên li herêmê guhertine, da ku nasnameyên xwe veşêrin. El Kedem da zanîn ku di nava koma wan de endamên "Wezareta Parastinê, Ewlekariya Giştî û çekdarên eşîran" hebûn. Her wiha destnîşan kir ku fermanên ku wan ji rêberên xwe wergirtine zelal û eşkere bûn: "Qirkirina gelê Siwêdayê û kuştina her kesê ku em rastî wan bê, çi sivîl be çi leşker be. "

Di 13`ê Tîrmehê de, Parêzgeha Siwêdayê û gundewarê wê rastî êrişeke leşkerî hatin.  Hêzên hikûmeta veguhêz û komên çekdar ên din ên girêdayî wê di bin navê "hêzên eşîran" tevlî êrişê bûn. Di encamê de li dijî gelê Siwêdayî komkujî pêk hatin û zêdetirî 2 jezar kes hatin kuştin û bi sedan sivîl, di nav de jin û zarok hatin revandin.

(k)

ANHA