Li Helebê 47 xwendekar derçûn

47 xwendekar ji Peymangeha Şehîd Zozan Yûsif ya Amadekirina Mamosteyan li bajarê Helebê derçûn.

Li Helebê 47 xwendekar derçûn
Li Helebê 47 xwendekar derçûn
Li Helebê 47 xwendekar derçûn
Li Helebê 47 xwendekar derçûn
Li Helebê 47 xwendekar derçûn
Li Helebê 47 xwendekar derçûn
Li Helebê 47 xwendekar derçûn
Li Helebê 47 xwendekar derçûn
Li Helebê 47 xwendekar derçûn
Li Helebê 47 xwendekar derçûn
Li Helebê 47 xwendekar derçûn
Li Helebê 47 xwendekar derçûn
Li Helebê 47 xwendekar derçûn
Li Helebê 47 xwendekar derçûn
Li Helebê 47 xwendekar derçûn
1 cotmeh, 2025   22:26
HELEB

Komîteya Perwerdeyê û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk bi dirûşma "Destkeftiyên berxwedana Helebê bi meşaleya zanînê tê vejandin" ji bo derçûna koma yekem a 47 xwendekarên Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a Şehîd Zozan Yûsif, merasîmek li dar xist.

Merasîm li Hola Elwan a li herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate lidarxistin, xwendekarên derçûyî û malbatên wan, her wiha endam û nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û meclisan beşdar bûn.

Di merasîman de, rêvebera Nivîsgeha Jinan a Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Şêrîn Şêxo, diyar kir ku bi saya fedakariya şehîdan, xwendekar karibûn bawernameyên xwe bistînin û serkeftinan bi dest bixin.

Her wiha hevseroka Peymangeha Şehîd Zozan Yûsif, Fatima Koşan axivî û ji xwendekaran re got: "Hûn hêviya civakê ne, divê hûn berpirsiyariya perwerdekirina nifşên pêşerojê û avakirina neteweyî hilgirin ser xwe."

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Zehîde Reşîd destnîşan kir ku fêrbûna bi zimanê dayikê bi saya hewildanên xwendekarên xwe civak dê pêş dikeve.

Piştre Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk û rêveberên Peymangeha Şehîd Zozan Yûsif di nav atmosfereke coş, bawernameyên xwendekaran belav kirin.

Di dawiyê de hunermend, komên stranbêjiyê û komên folklorê jî berhemên hunerî pêşkêş kirin û kesên hazir jî govend gerandin.

(ac/mh)

ANHA