ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 - 9 – 2024

Xwînerên pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ên ku tev li komên xwendinê yên li bajarê Amûdê bûne, diyar kirin ku ev pirtûk rêya azadiyê û rastiyê ne.
Di 20 salên xebat û têkoşîna ji bo xurtkirina têgeha neteweya demokratîk û çareserkirina pirsgirêka Kurdî de, PYD'ê hewl dide civakeke exlaqî û siyasî bigihîne, her wiha jîngeheke demokratîk û pergaleke nenavendî, hemwextî tevliheviya li Rojhilata Navîn, biafirîne.
Piştî 4 mehan ji dorpêça hikumeta Şamê 150 depoyên dermanan ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sedî 30 depokirina xwe ji dest dan.
Rojnamevana ji Tunisê Zihûr El Meşreqî destnîşan kir ku li hember tevahî cureyên zilmê, zordestiyê û sîtemkariyê "Jin, jiyan, azadî" ji bo azadiya jinan li seranserî cîhanê bûye dirûşma berxwedanê. Zihûr got qetilkirina Jîna Emînî qetilkirina jinên azadîxwaz e.
Komîteya Însiyatîfa Jinan a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a girêdayî Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê ji bo şermezarkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî meşekê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehba li bajarokê Ehdas ê Şehba ji bo gerîlayê HPGʹê şehîd Rizgar Elî Hesen merasîmeke xiyabî li dar dixe, saet 16:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan şehîdên mehên Tebax û Îlonê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, merasîmekê li dar dixe, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)