Şervanên Beth Nehrên û Sotoro rêbazên xweparastinê nîqaş kirin

Hêzên Jinên Beth Nehrên û Sotoro - Jin ji bo nîqaşkirina doza xweparastinê ya jinan panelek li dar xist.

18 îlon 2024   23:54
QAMIŞLO

Hêzên Jinên Beth Nehrên û Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin (Sotoro - Jin) paneleke diyalogê bi navê "Xweparastina jinan mafê rewa yê ber bi azadiyê ve ye" li dar xist.

Panel li navenda Komeleya Xêrxwaz a Suryanî ya bajarê Qamişlo li dar ket. Di panelê de bi dehan şênî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û şervanên Hêzên Beth Nehrên û Sotoro beşdar bûn.

Di panelê de mijara rola jinên Suryanî di civakê û qada leşkerî de hat nîqaşkirin.

Di serî de endama Yekitiya Jinên Suryanî Îlham Metlî rola jinan a pêşxistina civaka mirovan di dirêjahiya dîrokê de û fedakariya jinan ji bo mirovahiyê, şîrove kir.

Piştre belgefîlmek li ser têkoşîna Hêzên Beth Nehrên û Sotoro - Jin hat pêşandan.

Di dawiya panelê de perspektîfên hevgirtina jinan, xurtkirina kesayeta wan û têkbirina adet û kevneşopiyên ku ji nirxê jinan kêm dikin, hatin xwendin.

Her wiha bang li jinan hat kirin ku xwe li ser xweparastinê û çawaniya bikaranîna çekan perwerde bikin.

(mh)