ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-04-2026
19 nîsan, 2026   02:00

Jinên ji bajarê Hesekê diyar kir azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e û bi azadiya wî pêvajoya aştiyê jî wê bigihêje serî. BI WÊNE Û DÎMEN

Di nava geşedan, şer, pevçûn û nakokiyên sed salên dawî yên li Rojhilata Navîn de Kurdan gelek caran hewl dane yekitiya xwe çêbikin û hebûna xwe bidin qebûlkirin, lê nekarîne bigihîn encamê. Niha yekrêzî careke din bûye rojeva sereke û ev pirs tê kirin: “Gelo Kurd dê vê carê karibin pêk bînin an na? 

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurd li Sûriyê Faris Osman diyar kir ku siberoja Sûriyeyê bi nivîsandina destûreke nûjen a li ser bingehên demokratîk ve girêdayî ye û divê mafên gelê Kurd di destûrê de werin tesbîtkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnameyan nêzîkbûna di navbera Sûriye û Urdunê de wek modeleke “dîplomasiya avê” ku derdikeve pêş nirxandin. Hate gotin, mûzakereyên Îran û DYA'yê xetimî ne û nakokî li ser dosyayên sereke ne.  Her wiha hişyarî dan ku di 4 saliya şer de krîzên mirovî li Sûdanê gûrtir bibin. BI WÊNE

Li herêma Sehil El Xab a Hemayê genim gelek ziyan dîtiye, gelek cureyên kêzikan û kûfik di nav de belav bûne. Rêveberiya Berhemanîn û Parastina Nebatan jî bi cotkaran re nabe alîkar. BI WÊNE

Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekîtiya Demokratîk li bjarê Kobanê merasîma çilrojiya şehîd Salih Misi li dar dixin. Li mezargea şehîd Dija. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Şandeyeke Wezareta Edaletê ya hikumeta demkî serdana Parêzgeha Hesekê dike. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina ACCESS der barê mijara koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, komcivînekê li bajaarê Hesekê li dar dixe. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li Tirbespiyê 74 şehîdên ku di mehên Çile, Sibat, Adar û Nîsanê de şehîd bûne, bi bîr tîne, li Hola PYD`ê ya li bajêr. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekîtiya Demokratîk li bjarê merasîma çilrojiya şehîd Salih Misi li dar dixin. Li mezargea şehîd Delîl Sagoxan li bajarê Qamişlo. 11.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistaanê, çilrojiya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî li dar dixe, li Hola Zana li bajarê Qamşlo. 17.00. BI WÊNE Û DÎMEN