Asayîşê têkildarî destdirêjiya li sembolên nîştimanî daxuyaniyek da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li Qamişloyê ya li dijî sembolên Kurdî daxuyaniyekê da û diyar kir ku "Bi kiryarên wisa dixwazin ku fitnê têxin navbera pêkhateyên Sûriyeyê de. Kesên destdirêjî sembolên nîştimanî dikin dê radestî edaletê bên kirin."

Asayîşê têkildarî destdirêjiya li sembolên nîştimanî daxuyaniyek da
19 nîsan, 2026   01:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh kesekî li Qamişloyê destdirêjî li ala Kurdî kir. Gelê Kurd li Qamişloyê û Hesekê hatin gel hev û nerazîbûnên xwe nîşanî bêrêziya li al û sembolên Kurdî kirin. Her wiha xwest ku kesê destdirêjî li alê kiriye were lêpirsînkirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha (Asayîş) têkildarî mijarê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

" Em dosyayên ewlehî dişopînin û aştiya civakî diparêzin. Kesê bi navê Hisên El Hiso tê naskirin li Qamişlo li gel çerxereya Zorê aliyê destpêka bajar de destdirêjî li sembol û pîrozbahiyên manewî yên pêkhateyên herêmê kiriye.

Di dosya Hisên El Hiso de gelek binpêkirinên qanûnî hene. Herî dawî berî çend rojan bi revandinê hatiye tewambarkirin. Hisên El Hiso bi van kiryarên xwe dixwaze ku bê aramî li herêmê çêbibe.

Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) dibêjin ku:

1- Bi van kiryaran re dixwazin ku fitnê têxin navbera pêkhateyên herêmê.

2- Hêzên me li hemberî kesên ku dixwazin ewlehiya herêmê xira bikin û heqaretê li sembolên niştîmanî yên nûnertiya fedakariya gelê me dikin, qebûl nakin.

3- Hêzên me ketin tevgerê da ku kesê ku ev yek kiriye, bigrin û derxin pêşiya edaletê.

Em soz didin gelê xwe ku ewlehiya herêmê biparêzin û destûr nadin ku kesek têkiliyên civakî yên herêmê xira bikin. Em bang li gelê herêmê, bi hemû pêkhateyên wê dikin ku bi zanebûn û berpirsyar nêzî kiryarên wiha bibin û destûr nedin ku ev kiryar bibin sedema fitna têkeve navbera pêkhateyên herêmê."

(np)