Rêveberiya Giştî ya Tirafîkê li Hesekê hin tedbîrên nû ragihandin

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya parêzgeha Hesekê daxuyaniyek weşand û daxwaza sepandina bendên Qanûna Giştî ya Trafîkê li ser hemû rê, dever û navçeyên girêdayî parêzgehê kir, da ku qezayên trafîkê pêk neyên û rêziknameyên pêwendîdar bicîh bînin.

Rêveberiya Giştî ya Tirafîkê li Hesekê hin tedbîrên nû ragihandin
18 nîsan, 2026   23:15
NAVNEDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya parêzgeha Hesekê ragihand ku ew ê ji bo parastina jiyana welatiyan û kêmkirina qezayên trafîkê, li ser hemû rê, dever û navçeyên parêzgehê, dest bi pêkanîna hin qanûnên tirafîkê yên berferh bike. 

Rêveberiyê ev tedbîr diyar kirin:

1- Nabe fêmê were bikaranîn.

Danîna her cure fêmê ya pencereya tarî li ser erebeyan qedexe ye. Polîsên trafîkê wê fêmê yekser rakin. Kesên ku dubare binpê dikin dê wesayîtên wan werin desteserkirin û wê tedbîrên yasayî li ser wî were sepandin.

2- Sererastkirina rewşa qanûnî ya erebeyan

Xwediyên erebeyên bêqeyd heta dawiya vê mehê dem li pêşiya wan heye ku rewşa xwe ji nû ve sererast bikin. Piştî vê demê, wê hemû tedbîrên qanûnî yên hişk werin girtin, her erebeya ku qeyda wê nebe wê were desteserkirin.

3- Plakeya nimirê erebeyan

Tevgera erebeya bê plake an jî bi karanîna plakayên sexte qedexe ye. Her kesê ku di binpêkirinek wisa de were girtin wê yekser cezayê pere, desteserkirina erebeyê û dozgeriya qanûnî lê were vekirin.

4- Leza ajotinê li gorî qanûnê ye

Divê di nava bajaran û riyên giştî de leza erebeyan li gorî pîvanên ku hatine diyarkirin de be ji ber leza zêde xetere li ser jiyana şêniyan, kesên ku bileza zêde bajo wê were ceza kirin.

5- Amûrên ronahî û deng yên qedexekirî

Sazkirin û bikaranîna şewqa zêde weke yê zîno ku dibin sedema aciziyê li cem ajokarên din, qedexe ye. Dengê sîrenên polîsan jî qedexe ye. Kesên ku van amûran bi kar bîne wê yekser amûr werin desteserkirin û xwediyên wan wê cezayên giran li wan wre birîى.

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ji şofêran xwest ku ji bo dûrketina ji berpirsiyariya qanûnî, pabendî qanûna giştî ya trafîkê û rêziknameyan bin.

(ac)

ANHA