ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-03-2024
19 adar, 2024   02:00

Li kantona Firatê komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, heta niha 115 îmze hatine komkirin. Kampanya dê heta 4’ê Nîsanê dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Efrîna dagirkirî derbasî sala xwe ya 7'an a dagirkirinê dibe. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binesaziya civakî û xwezayê bi rêya pêkanîna plana ˊqirkirinêˊ wêran kir. Gelo di sala dawî ji sûcan de EFrîn gihaşt ku derê?

Hiqûqnas û çalakvanê siyasî Cebraîl Mistefa destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî binpêkirinên pîvan û qanûnên navneteweyî ne û dewleta Tirk êdî bûye dewleteke xwe di ser qanûnên navneteweyî re dibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ˊji RêberApo re azadî pirsgireka kurd re çareseriya siyasî”we meclisa Demokratîk a kantona Minbicê li gundê Toq Xelîl ê başûrê bajarê şahiyekê bi boneya Newrozê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîd Elî Ebdurehman Mihemed li Pakrewangeha Şehîdan a li navçeya Fafînê oxir dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Nûdem a Astengdaran bi boneya Roja Sendrojma Downê li navenda xwe ya Qamişloyê çalakiyekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)