Mijarên sereke yên vê hefteyê kongreya PKK’ê û serdana Trump li Kendavê bûn
Di hefteya borî de pêşdeçûnên balkêş li qadên herêmî û navneteweyî çêbûn. Di van pêşdeçûnan de mijarên sereke ku hatine destgirtin, kongreya 12’emîn a PKK’ê û serdana serokê Amerîkayê Donald Trump li Kendavê bûn.

KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê Û BANDORÊN WÊ
Rojnameya El Qudis El Ereb di nivîseke xwe de bal kişand ser daxuyaniya dawî ya PKK’ê ya xwefecihkirinê û bidawîkirian şerê çekdarî. Rojnameyê ev gav pêşwaz kir û diyar kir ku ew dikare bibe gavek ber bi lihevhatina neteweyî ya berfireh ve ku Kurdan û pêkhateyên din ên gelê Tirkiyê di nav xwe de bigire. Her wiha ev gav rê li ber dan û standinên bi hikuemta Tirkiyeyê re vedike, nexasim ên der barê mafên çandî û siyasî yên Kurdan.
Rojnameya El Ereb diyar kir ku daxuyaniya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) a li ser fesixkirina xwe û bidawîkirina şerê çekdarî, rê li ber zêdebûna zextên siyasî yên li ser hikumeta Iraqê vekiriye. Hêzên siyasî ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Iraqê ji ber ku hincetên wê neman, zextê li Bexdayê dikin.
Rojnameyê wiha nivîsand: "Aliyên siyasî yên iraqî ev pêngava PKK`ê wek derfetekê dît ji bo bihêzkirina helwesta xwe ya li hember serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ku tewanbar dikin ku li hember zextên Tirkiyeyê teslîm bûye û ji bo serweriya nîştimanî kêmasiyan dike.”
‘NIRXANDINEKE ARAM LI SER SERDANA TRUMP’
Rojnameya El Beyan a Îmaratê jî du encamên sereke ji serdana Trump a bo Kendavê derxistin: “Ya yekem, serdan dikare bandorên erênî li herêmê bike, ji ber ku di civînên Kendav-DYA’yê de xwestekên ku têkilî berfireh bibin û ji mijarên ewlehî û enerjiyê wêdetir aliyên aborî û veberhênanê jî bigirin nava xwe, derketin pêş. Encama duyem ew e ku ev serdan ji bo her du aliyan derfetek bû ku têkiliyên xwe ji nû ve binirxînin û berjewendiyên hevbeş misoger bikin. Li gorî rojnameyê, ev yek di paşguhkirina serdana Trump bo Tel Avîvê de tê îspatkirin ku wek peyameke zelal der barê xwezaya hevsengiyên nû yên li herêmê de were şîrovekirin.