ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18- 3 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18- 3 – 2025
18 adar, 2025   02:00

Dewleta Tirk a dagirker bi 5 hezar û 184 êrişên bejahî û hewayî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bersiv da agirbesta ku PKK’ê ragihandiye.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê ragihand hemwextî bûyerên li perava Sûriyeyê meclisa wan çekê xwe danayne û ew ê parastina herêmê bidomîne.

Ji sala 2018’an ve herêma Efrînê ya bakurê Sûriyeyê di dîroka xwe ya nûjen de di dijwartirîn serdem re derbas dibe. Di wê salê de artêşa Tirk a dagirker êrişeke leşkerî li dijî herêmê pêk anî, bi wê re guhertinên demografîk hatin çêkirin û cihên wê yên dîrokî û xweza hatin wêrankirin. Tevî derbasbûna salan hîna jî êşên Efrîniyan berdewam in û li hemberî wê jî berxwedan û îsrara şêniyên wê ji bo standina maf û xaka xwe dewam dike.

Hunermendên Helebê amadekariya derxistina klîba “Em bernadin dîlanê” dikin. Klîb li ser berxwedana Bendava Tişrînê, fedakariya şervan û şêniyan li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye.

Jinên ji Dêrazorê komkujiyên li perava Sûriyeyê şermezar kirin û got ji bo sûcên bi vî rengî dubare nebin, divê berpirsên wê li dadgehên navneteweyî hesab bidin.

Rojek piştî peymana di navbera QSD û desthilatdariya Şamê de, wezîrên karên derve û parastinê yên dewleta Tirk li gel serokê îstixbaratê çûn Şamê. Wezîrê Tirk piştre got; “Em ji hemû senoryayan re amade ne” û pi pey wê jî komkujiya Berbotanê pêk hat.

Koçberên Kantona Efrîn û Şehbayê û xelkê kantona Tebqayê di salvegera dagirkirina Efrînê de meşekê li dar dixin, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqayê ji bo salvegera 7’an a dagirkirina Efrînê meşekê ji pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Kendal ve li dar dixe, (10:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a kantona Firatê der barê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Berxbotanê yê gundewarê Kobanê pêk aniye, daxuyaniyekê dide, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Partiyên siyasî yên kantona Firatê li pêş avahiya PYD’ê ya Kobanê, têkildarî şermezarkirina komkujiya gundê Berxbotanê daxuyaniyekê didin, (13:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisên bajarên Tirbespiyê, Girkê Legê, Amûdê, Çilaxa, Til Hemîs, Dêrik, Qamişlo û Kombenda Civakî ya Efrînê li bajarê Qamişloyê, di salvegera dagirkirina Efrînê de daxuyaniyên cuda didin (10:00) û komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Kobanê pêk aniye, şermezar dikin, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo şermezarkirina dagirkirina bajarê Efrînê û komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî malbatekê li Kobanê pêk aniye, xelkê bajarê Hesekê û koçberên Efrînê li kêlek Dêra Asûrî ya bajêr daxuyaniyekê didin, her wiha Yekitiya Jinên Ciwan li Til Temirê têkildarî heman mijarê meşeke girseyî li dar dixe, Kongra Star li Dirbêsiyê jî li pêş Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajêr daxuyaniyekê dide, her wiha Koçberên Serêkaniyê jî li kampa Serêkaniyê daxuyaniyekê didin. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya Cejna Newrozê şahî û pîrozbahî didomin, Meclisa Bajarê Holê qada şahiyê dixemlîne, her wiha êvarê jî agirê Newrozê dadide, bi heman boneyê li taxên Til Hecir, Xişman û Tealî yên Hesekê pîrozbahî tên lidarxistin û li ser çiyayê Kewkeb agir tê pêxistin û meşeke meşaleyê tê lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN

Komek ji çalakgerên Kurd li bajarê Qamişloyê ji bo şermezarkirina "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê meşekê ji pêş Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê organîze dike, (14:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Dibistanan li bajarê Tirbespiyê agirê Newrozê dadide, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN