YE’yê ji bo piştgiriya Sûriyeyiyan şert danî

YE’yê di Konferansa Dontoran a Navneteweyî de diyar kir ku divê alîkarî bi rêya saziyên navneteweyî û rêxistinên mirovî bêyî ku hikumeta veguhêz deswerdanê bike, ji gelê Sûriyeyê re were dayîn. Çavkaniyan jî diyar kir ku di konferansê de bûyerên li perava Sûriyeyê bûbûn rojev û mijara rakirina cezayên Ewropayê ji ser Sûriyeyê jî nehat nîqaşkirin.

YE’yê ji bo piştgiriya Sûriyeyiyan şert danî
17 adar, 2025   22:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset ku xwe spartiye çavkaniyan diyar kir ku di Konferansa Donatoran a Navneteweyî ya Brûkselê de Yekitiya Ewropayê (YE) diyar kir ku ew ê nêzî 2 milyar 7 mîlyon dolar ji bo salên 2025 û 2026'an pêşkêşî Sûriyeyê bike. Ew alîkarî wê bi rêya wekaletên navneteweyî û rêxistinên mirovî bêyî destwerdana hikumeta veguhêz, werin belavkirin.

Çavkaniyan diyar kir ku ji ber bûyerên dawîn ên li perava Sûriyeyê nakokî der barê belavkirina alîkariyan bi rêya hikumeta veguhêz derketin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku mijara rakirina cezayên Ewropayê ji ser Sûriyeyê nehat nîqaşkirin û ew mijar hat paşxistin, ji ber ku desthilata Şamê hê jî di bin çavdêriyê de ye û derfeteke nû ji bo wê hatiye dayîn.

Li gorî çavkaniyan, di nîqaşan de girîngî li ser guhartina aştiyane ya giştî çareseriya siyasî ya giştî ji bo misogerkirina pêşerojeke aram li Sûriyeyê, rewşa jiyanî ya dijwar, birçîbûn, tunebûna perwerdehiyê û têkçûna binesaziyê, hat dayîn.

(mh/fr)