Pîrozbahiyên Newrozê bi pêxistina agir û kombûnên girseyî didomin

Bi hezaran welatiyan li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Newrozê bi pêxistina meşale, agir û lidarxistina çalakiyên girseyî pêşwaz dikin.

17 adar, 2025   23:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Helebê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi hevkariya Meclisa Şehîd Gelhat pîrozbahiyeke girse li Qada Destîna ya taxa Şêxmesûdê li dar xist. Di pîrozbahiyê de malbatên şehîdan agir pêxist. Her wiha bi sedan xelkê û ciwanên şoreşger wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Di pîrozbahiyê de li ber stranên şoreşgerî dîlan hatin gerandin.

Wê pîrozbahî li taxên din jî mîna Eşrefiyê werin lidarxistin.

Li kantona Tebqayê jî xelkê bajêr û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê li qada avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi beşdariya desteyên xwecihî û Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê agirê Newrozê pêxistin.

Her wiha li bajarê Til Temirê jî, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan şahiyek li dar xistin û li dora agir dîlan gerandin.

Her wiha li kantona Cizîrê jî, xelkê bajarên Girkê Legê û Rimêlanê li Qada Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê agirê Newrozê pêxist û dîlan gerandin.

Li bajarê Hesekê jî pîrozbahî didomin. Bi sedan şênî li qadên Şehîd Serhed û Şehîd Cûdî bi cilên gelêrî kom bûn û agir pêxistin.

Xelkê Qamişloyê jî li taxên Cûdî û Qidorbeg, bi beşdariya bi sedan şêniyan agirê Newrozê pêxistin. Li Qadan jî wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên YPJ û YPG’ê daliqandin.

Her wiha xelkê bajarê Amûdê jî agirê Newrozê pêxistin. Di pîrozbahiyê de helbestvan Ebdulqadir Şerîf hin malikên helbestê der barê vê boneyê û rola Kurdan a rizgarkirina gelan ji zulm û desthilatê xwendin.

Îro jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê bernameya pîrozbahiyên Newrozê aşkera kir û bang li tevahiyan kir ku di bin diruşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsogeriya civaka demokratîk e" de beşdarî pîrozbahiyan bibin.

Pîrozbahiyên Newrozê ku koka wê vedigera hezarên salan, boneya nûkirina soza li ser nirxên azadî û edaletê ye û îsal jî Newroz di rewşên awarte ku herêm tê de dijî hat.

(fr)

ANHA

Til Temirê

QAMIŞLO

Girkê Legê

Amûdê

Heleb

Tebqa

Hesekê