ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-11-2025
18 mijdar, 2025   02:00

Rewşenbîr û siyasetmedaran diyar kir ku tecrîda berdewam a li ser rêber Abdullah Ocalan dibe astengî li pêşiya pêşketina pêvajoya aştiyê û avakirina civaka demokratîk li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê. Her wiha da zanîn ku divê desthilata Tirk ji bo serkeftina pêvajoyê gavên pratîk biavêje. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedaran destnîşan kir ku polîtîkayên şaş ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, bûye sedema bêbaweriyê di navbera hikumet û civakê de. Siyasetmedaran binpêkirinên berdewam ên li deverên dagirkirî û li seranserê Sûriyeyê şermezar kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li herêma deşta El Xab a Hemayê, rûberên çandina garisê zer her ku diçe kêm dibe, ev jî kêmbûna piştgirî û guhpêdana hikumetê bo cotkaran nîşan dide. Cotkarên herêmê der barê debara xwe û têkçûna aboriya Sûriyeyê de bi fikar in. BI WÊNE

Fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed got “Wek YPJ têkoşîna me ne tenê wekî hêzeke fermî di artêşê de cihgirtin e, armanc şoreşeke civakî ye. Entengrasyon bibe yan nebe, armanca YPJ’ê ew e xwe bigihîne tevahî jinên Sûriyeyê, xweparastin û birêxistinbûnê ava bike.” BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava (Y.J.Ê.R) bi boneya Rojava Têkoşîna dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê li Mala Êzidî ya bajarê Tirbespiyê semînerekê dide, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi sernavê "Dema bêdengî dişike edalet dest pê dike" komxebatekê li hola Meclisa Bajarê Reqayê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi sernavê "Girîngiya xurtkirina olên yekxwdayî û qanûsazan ji bo parastina jinan" rûniştineke vekirî li hola Navenda Çandê ya Reqayê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Sûriya Pêşerojê bi sernavê "Na ji nefretê re, erê ji diyalog û lihevkirina di nava tevahî pêkhateyan de" li bajarê Şedadê yê kantoan Cizîrê panelekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Mîhîrcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan çalakiyên xwe yên roja 6ˊan didomîne, bername bi dayîna semînerekê saet 10.00ˊan têkildarî rewşa sînemayê di şer û koçberiyê de dest pê dike û di dema êvarî de jî dê gelek fîlm li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê werin pêşkêşkirin, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star bi boneya 25ˊê Mijdarê meşekê ji Qada Şehîd Xebata a bajarê Girkê Legê ve dest pê dike û tê de mêrên bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Dêrik amade dibin, 11.00ˊan, li Tirbespiyê jî bi heman boneyê meşek tê lidarxistin û mêr beşdar dibin, meş ji pêş navenda Kongra Star dest pê dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistinên Civaka Demokratîk ên kantoan Tebqayê konferansa xwe ya damezrîner a Odeya Pîşesaziyê bi diruşma "Dest bi dest û bi rêxistinî em beşa pîşesaziyê bi pêş bixin" li hola Meclisa Gelan a bajêr li dar dixe, 12.00ˊan.

Yekitiya Mamosteyan a kantona Tebqayê çalakiya bi navê "Di çalakiyên têkoşîna dijî tundiya li ser jinan de mohrxa min deyne" li bajarokê Siwêdiyê û Sefsafe li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN