Çavkaniyên Îsraîlê: Danûstandinên di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de têk çûn

Medyaya Îsraîlê da zanîn ku danûstandinên têkildarî lihevkirinê yên di navbera Îsraîl û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de têk çûn.

Çavkaniyên Îsraîlê: Danûstandinên di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de têk çûn
17 mijdar, 2025   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Kenala "Kan" a Îsraîlê ku agahiyên xwe spartine çavkaniyên siyasî yên Tel Avîvê, ragihand ku danûstandinên îmzekirina lihevkirinê yên di navbera Îsraîl û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de gihîştin rêya girtî, anku têk çûn.

Çavkaniyan da zanîn ku nakokiya sereke li ser deverên Sûriyeyê yên ku artêşa Îsraîlê gihîştiye wan bû.

Heman çavkaniyan ragihand ku Îsraîl amade ye ji hin nuqteyan di çarçoveya peymana berfireh a aştiyê de bi hikumeta veguhêz re vekişe, lê ne di çarçoveya peymana ewlehî ya sînordar de.

Li gorî kanala "Kan", hîna gihandina lihevkirinekê dûr e û tu nîşaneyên nêzî ji bo lihevkirinan nîn e.

(mh/fr)