Li Humsê çekdaran ciwanek birîndar kir

Li Humsê 2 çekdaran, dema ku hewl dida motorsiklêta ciwanekî ji bajarê Miherdayê yê Hemayê bidizin, gule avêtin wî ciwanî û birîdnar kir.

Li Humsê çekdaran ciwanek birîndar kir
17 mijdar, 2025   23:17
HUMS

Nûçegihana me da zanîn ku çekdaran li Humsê dema hewl da motorsiklêta ciwanekî ji bajarê Miherdayê yê Hemayê bidizin, êrişî wî kir û bi 3 guleyan bi giranî birîndar kir.

Hat diyarkirin ku niyeta ciwan hebû motorsiklêta xwe bifiroşe kesekî, lê di dema teslîmkirinê de kesekî rûgirt û bi çek tevî kesê ku motorsiklêta xwe bifiroşe wî hatiye.

Dema ku çekdar hewl da bi zorê motorsiklêtê ji ciwan bistîne, gule avêtinê û ciwan bi 3 guleyan, di sing, mil û serî de birîndar kir û rakirin nexweşxaneyê. Çekdar piştre reviyan.

Ev bûyer nîşan dide ku li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de tevlihevî û krîz heye.

(mh/fr)

ANHA