ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18 - 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18 - 10 – 2024
18 cotmeh, 2024   02:00

Şêniyên bajarê Helebê pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê şermezar kir û gotin heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe ew ê têkoşînê li gorî ramanên wî yên rizgariyê bimeşînin.

Evîndarê welatê xwe Apê Nemir tevî temenê xwe heya nefesa dawîn di nava berxwedan û têkoşînê de bû. Zarokên xwe li ser hezkirina welat mezin kirin û bi keda xwe ya bêhempa bû semboleke berxwedana dîrokî ya Kobanê.

Bajarê Reqayê ji paşguhkirin û talankirinê di serdema hikumeta Şamê û dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê de, piştî rizgarkirina sala 2017`an, veguherî navenda belavkirina ramanên neteweya demokratîk. Êdî wekhevî û edaleta civakî bingeha jiyana bajêr e ku rê li pêşiya avakirina civakeke xwedî hişmendiyekê dikare li hember astengiyan û zehmetiyan li ber xwe bide.

Konferansa Perwerdeyê ya Navneteweyî ya Yekemîn a bi navê "Veguherînên Perwerdeyê di Serdema Nûjeniyê de: Nêrîn û Pêkanîn" dê 19-20ˈê Cotmehê were lidarxistin.

Mexdûrên ji Lubnanê vedigerin, diyar kir ku vegera bi rêya însiyatîfa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk vebijêrka herî guncaw e û spasiya Rêveberiya Xweser kir. 

Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd rojane bi sedan jinan pêşwazî dike û di meha Cotmehê de ku bi Cotmeha Pembeyî ya ji bo dîtina kansera pêsîrê tê naskirin, kar û xebatên xwe zêde dike. Nexweşxane xizmetên xwe bê pere pêşkêş dike.

Bi diruşma ʹYekitiya Jinên Sûriyeyî-Misogeriya çareseriya li Sûriyê û pêkanîna aştiyê yeʹ Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) komxebateke nîştimanî ya jinên sûriyeyê li Helebê bi beşdariya 100 delegeyên ji tevahî herêmên Sûriyeyê li hola Cizîrê ya li taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja xwe ya 4ʹan de li hola Zana ya Qamişloyê dewam dike, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komeke ji Navenda Xabûr a Çand û Hunerê şanoya bi navê Serê Memlok Cabir li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê pêşkêş dike ,saet 18:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)