Di şerê li Lubnanê de 5 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 5 leşkerên wê di şerê li başûrê Lubnanê de hatine kuştin.

Di şerê li Lubnanê de 5 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin
17 cotmeh, 2024   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 5 leşkerên wê yên tabûra Colanî di şerê li başûrê Lubnanê de hatin kuştin. Bi vê yekê hejmara leşkerên Îsraîlê yên ku ji destpêka êrişên leşkerî yên li dijî Hizbullah hatine kuştin bû 19.

Sibeha îro jî artêşa Îsraîlê li dijî gelek deverên başûr û rojhilatê Lubnanê êrişên hewayî pêk anîn. Berî wê artêşê agahî dabû şêniyên wan deveran bi taybetî herêma Bîqa ku herêmê vala bikin.

(mh)