ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-05-2024
18 gulan, 2024   02:00

Malbatên şehîdan û şêniyên Kobanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku bi çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê pêk tîne, bi tundî şermezar kirin û gotin ew ê heta dawiyê têbikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Piştî avakirina lijneyên hilbijartinan li bajar û bajarokên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, belavkirina kartên hilbijartinan dest pê kir. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan pêşbîn dike ku nêzî 3 milyon hilbijêr dengên xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xebatên pêşxistina şarezahiyên jinan û perwerdekirinê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê didomin. Jinên tev li dewreyên perwerdeyê dibin, dibêjin perwerde û birêxistinbûn rêya avakirina kesayeta zana û xwedî armanc e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêveberiya Xweser depoya genim a Til Hemîsê ji nû ve sererast kir û wergirtina genim dest pê kir. Cotkaran diyar kir ku ev xebat dê lêçûna wan sivik bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Efrînê ku ev 6 sal e di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye, heta niha 10332 kes hatine revandin, 463 kes hatine kuştin, 142 destdirêjî hatine kirin. Ji yên hatine revanidn, kuştin û destdirêjî li hemberî wan hatiye kirin 803 jin in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Çavdêran bal kişand ser biryara Esed a guhertina parêzgarê Siwêdayê û got Esed dixwaze bide xuyakirin ku wî dest bi bernameya guherandinê kiriye, lê heman siyaset dewam dike. (BI WÊNE).

Cotkar û komîteyên rewşên awarte ji bo parastina qadên çandiniyê ji şewatan, serfer bûne û tedbîrên xwe zêde dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Mîhrîcana Buharê ya Xwendekarên Zanîngeha Rojava li avahiya zanîngehê dest pê dike, saet 09.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Kantona Efrîn-Şehbayê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan girevekê ji bo sê rojan li dar dixe. Çalakiya giravê li bajarokê Ehdasê tê lidarxistin, saet 09.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li bajarên Çilaxa, Tirbespiyê û Dirbêsiyê yên yên kantona Cizîrê ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer civîn ji aliyê meclisên malbatên şehîdan ve tên lidarxistin, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê konferansa xwe ya 9’emîn li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê li dar dixe, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer civîn tê lidarxistin, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dirûşma "Bi rihê ciwanan em ê dawî li komploya navneteweyî bînin, serbixin cenga azadiyê" konferansekê li ser ciwan û rêbertî li hola navenda çandê ya li bajarê Reqayê li dar dixin, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Kongra Star navenda Weqfa Jinan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vedike, saet 14.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişloyê şahiya îmzekirina pirtûka nivîskar Lemha Elî li dar dixe, saet 17.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi boneya Roja Şehîdan merasîmek li Pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar dixe, saet 20.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA