Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn

Bi wesîleya Roja Şehîdan (18’ê Gulanê) û salvegera 47’an şehadeta yek ji pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê Hakî Karer merasîm hatin lidarxistin.

Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
17 gulan, 2024   22:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya Roja Şehîdan (18’ê Gulanê) û salvegera 47’an şehadeta Hakî Kerar, şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana gorên şehîdan kirin. Şêniyan mûm li ser gorên şehîdan pêxistin û soza şopandina xeta şehîdan da.

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişlo bi munasebeta salvgera 47’an şehadeta yek ji pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê Hakî Karer merasîmeke li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan li dar xist. Di merasîmê de malbatên şehîdan û gelek şêniyên bajêr beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Necah Gulo axivî.

Necah Gulo şoregerê mezin Hakî Karer bi bîr anî û bi bîr xist ku şoreşger Hakî Karer sala 1977’an li Dîlokê ji aliyê hêzên tarî ve di komployekê de hat şehîdxistin. Necah Gulo qala berxwedana şehîd Ferhad Kurtay, Mahmud Zengîn, Eşref Aynik û Necmî Oner jî kir û bal kişand ser têkoşîn û xwedîderketina li şehîdan a Rêber Abdullah Ocalan.

Necah Gulo diyar kir ku ji bo şahadeta Hakî Karer di 27’ê Mijdara 1978’an de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat damezirandin û wiha axivî: “Ji roja şahadeta heval Haqî Karer heya roja îro bê navber têkoşîn didome. Em jî wek şopdarên şehîdan heya yek ji me jî hebe wê ev têkoşîn bidome. Heye dawî em ê  dibêjin berxwedan jiyan e.”

Piştî axaftinê mûn li ser gorên şehîdan hatin pêxistin û dûa hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

ŞEHBA

Bi heman minasebetê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê civînek li dar xist. Li ser gorên şehîdan jî mûm hatin pêxistin.

Civîn li Hola Mîtan a li bajarokê Ehdasê bi beşdariya bi dehan kesî hat dayîn.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn -Şehba Arif Sîdo axivî. Sîdo di destpêkê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Ev ji roj ji bo gelê Kurd pîroz e. Bi şehadeta Hakî Karer re Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat avakirin. Ev partî ji bo me bû destpêkeke."

Arif Sîdo di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre axaftina Sîdo sînevîzyonek li ser têkoşîna Hakî Karer hat dayîn.

Ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer û tevahî şehîdên meha Gulanê, malbatên şehîdan li Pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Serdamê mûn li ser gorên şehîdan pêxistin.

KOBANÊ

Şêniyên Kantona Firatê jî ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer û şehîdên meha Gulanê berê xwe dan Pakrewangeha Şehîd Dîcla ya li başûrê bajarê Kobanê.

Li pakrewangehê merasîmek hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Arif Balî axivî û got: "Ev meh di dîroka partiya me û Kurdistanê de gelekî girîng e. Bi Hakiyan me dest bi şoreşa xwe kir. Vaye bi hezaran şehîdan ji bo azadiya her çar parçeyê Kurdsitanê canê xwe feda kirine û bi hezaran jî li ser rêça Hakiyan dimeşin."

Balî bi bîr xist ku bi şehadeta Hakî Karer re PKK’ê ava bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Em ê jî bi rêya şehîdên xwe bighêjin serkeftinê û Kurdistaneke azad ava bikin. Em soz didin em ê li her çar parçeyê Kurdistanê bi Rêberê xwe re bijîn."

Piştî axaftinê malbatên şehîdan mûm li ser gorê şehîdan pêxistin.

Li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê, Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik a li bajarê Dêrikê, Pakrewangeha Şehîdan a li bajarê Til Temirê, Pakrewangeha Şehîdan a li bajarê Şedadê, Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê bajarê Dirbêsiyê û Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur ê Tirbespiyê jî merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Şêniyên kantonên Tebqa û Reqayê jî mûn li ser gorên şehîdan pêxistin

Di axaftinên ku di merasîman hatin kirine de şehîd Hakî Karer û şehîdên meha Gulanê hatin bi bîranîn. Hate gotin ku dê xeta şehîdan berdewam bikin ta armancên wan pêk bînin.

Di dawiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

)ekîp/bb(

ANHA

KOBANE

QAMISLO

TEBQA

ŞEHBA

ŞEDADE

DERIK

DERBASIYE

HESEKE

TIL TEMIR

TIRBESPIYE