KCDK-E ’Doza Kobanê’ wekî îflaskirina dewleta Tirk nirxand

Em KCDK-E: Em encama Doza Kobanê weke îflaskirina dewleta Tirk di her wateyê de bi nav dikin. Em biryarên qirkirina siyasî nas nakin û weke serkeftina ruhê berxwedana Kobanê dibînin.

KCDK-E ’Doza Kobanê’ wekî îflaskirina dewleta Tirk nirxand
17 gulan, 2024   23:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek weşand û di Doza Kûmpasê ya Kobanê de bi sedan salan cezakirina siyasetmedaran weke “qirkirina siyasî” nirxand.

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin: “Doza Kobanê ku di 16’ê Gulanê de bi encam bû, îlankirina hevkariya dewleta Tirk bi DAIŞ’ê ye ku qirkirina Kurdan kiriye stratejiya bingehîn.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku çeteyên hov ên DAIŞ’ê di wê demê de bi êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Şengal û Rojava, qirkirina Kurdan kiriye hedef û got, “Doza Kobanê di esasa xwe de doza nixumandina vê hovîtî û qirkirinê ye.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Dewleta Tirk di 7-8’ê Cotmehê de bi krîmînalîzekirina berteka girseyî ya gelê Kurd a ji bo dawîkirina komkujiya hov, operasyona qirkirina siyasî pêk anî. Ji ber têkçûna DAIŞ’ê xwest her kesên ku xwedî li berxwedana Kobanê derketine, bi operasyonên qirkirina siyasî ceza bike.

Lê dewleta Tirk û hemû raya giştî ya cîhanê dizane ku berxwedana 7-8’ê Cotmehê rê li ber komkujiya gelê Kurd girt. Ji ber vê yekê berxwedaneke dîrokî û xwedî rûmet e. Bi saya vê berxwedanê hewasa tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê şikest û dagirkerî û qirkirina çeteyên DAIŞ’ê hate rawestandin.

Sûcdarê esas tifaqa AKP-MHP’ê ye ku bi DAIŞ’ê re hevkariyê dike û gelek sûcên şer dike. Ger kesekî were darizandin ew jî dîktator Erdogan û tifaqa wî ya qirker e. Hem di çalakiyên 7-8'ê Cotmehê de hem jî li tevahiya cîhanê gelê Kurd û dostên wan li dora berxwedana Kobanê hevgirtineke mezin raber kirin. Bi vê zincîra hevgirtinê ya ku li dora Kobanê mezin bû, tifaqa AKP-DAIŞ têk çû.

Em KCDK-E’ê encama Doza Kobanê weke îflaskirina dewleta Tirk di her wateyê de bi nav dikin. Em biryarên qirkirina siyasî nas nakin û weke serkeftina ruhê berxwedana Kobanê dibînin. Gelê kurd li dijî tecrîd û qirkirinê berxwedana xwe ya li dijî desthilatariya faşîst mezin bike. Em ê zêdetir xwedî li azadiya Rêber Apo derkevin û li dijî her curê qirkirin û komkujiyê têkoşîna xwe mezin bikin.

Erka me ya sereke ye ku em li her derê rûyê qirêj ê AKP, hevkariya DAIŞ-AKP û hemû planên ku li Rojhilta Navîn xwînê dirjîne, teşhîr bikin. Li hemberî êrişên dagirkerî û komkujiyên li ser Kurdistanê bi biryardarî li raya giştî bi xebatên dîplomasiyê hevkariya AKP-DAIŞ’ê teşhîr bikin."