ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 - 9 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 - 9 - 2025
17 îlon, 2025   02:00

Rojnamevan Rojbîn Deniz diyar kir ku Serhildana Jin, Jiyan, Azadî helwesta gel a li dijî rejîma Îranê bû û got jin û civakên ku li azadî û paradîgmayekê digeriyan, di felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de paradîgmaya xwe dît. BI WÊNE Û DÎMEN

Karmendên saziyên hikumeta veguhêz ku vedigerin ser karê xwe, ji aliyê rayedarên hikumetê ve rastî atengiyan tên. Karmendan diyar kir ku hikumet dixwaze wan neçar bike ku dev ji karê xwe berdin.

Di mîhrîcana govendê ya li Qamişlo berdewam dike de, Tîpa Dihokê ya Hunera Milî jî cih digire. Endamê Komê Mîr Ezîz diyar kir ku tevlîbûna wan a mîhrîcanê hesteke gelekî xweşe û ew hîs dikin ku li mala xwe ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Dêrikê diyar kir ku ew ê tu carî dest ji azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bernedin û destnîşan kir ku felsefeya wî jêdera aştiyê û hêza jinan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêxên eşîran ên li bajarê Til Koçerê diyar kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo çareserkirina krîzên herêmê û xurtkirina biratiya gelan pêşkêş dike. Şêxên eşîran da zanîn ku eşîr û qebîleyên Ereb ji bo rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd dane û ew bi xwîna zarokên xwe ve girêdayî ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz birayek û 2 kurên Darînê qetil kirine, bavê wê jî revandiye ku heya niha aqûbeta wî nayê zanîn. Her wiha mala wê jî şewitandin.

Şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Til Birak û Holê bi çalakiyekê li bajarê Hesekê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê û serhildana "Jin Jiyan Azadî" bi çalakiyekê li bajarê Reqayê bi bîr tîne (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Dêrazorê û tîma Bukra Ehle 4'emîn Mîhrîcana Darxurmeyan li baxçeyekî bajarokê Baxozê li dar dixin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê û ya kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê li pêşiya navenda meclisê ya bajarê Tebqayê banga pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarên Amûdê, Til Hemîs, Qamişlo û Tirbespiyê bi çalakiyekê li pêşiya yarîgeha Şehîdên 12'ê Adarê û şêniyên bajarên Girkê Legê, Dêrik, Çilaxa û Til Koçerê bi çalakiyeke din li parka Dîcle ya bajarê Dêrikê banga Sûriyeya demokratîk dikin (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Festîvala Ş. Ronahî Bawer a Govendên Gelêrî di roja xwe ya dawîn de li parka Azadî ya bajarê Qamişlo didome (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Werzîşê ya kantona Tebqayê û Navenda Çand û Hunerê lehengiya vekirî ya lîstika kişikê ji bo hemû temenan li Navenda Çand û Hunerê ya kantonê li dar dixin (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Gera şandeyan a ji bo xwendina nameya Rêber Abdullah Ocalan ji serokeşîr û rûspiyên eşîrên Ereb ên kantona Cizîrê re didome. BI WÊNE Û DÎMEN