Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê dest daniye ser basekê ji Siwêdayê

Hêzên Ewlekariya Giştî ya Hikûmeta Veguhêz li Siwêdayê, baseke şîrketa Şemis El Alem li ser benda El Mitona yê bakurê parêzgehê deste ser kiriye. Ajokar û alîkarê wî birin Şamê, vê yekê hişt ku şirket neçar bimîne ku rêwîtiyên xwe ber bi Şamê ve rawestîne heta demeke nediyar.

Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê dest daniye ser basekê ji Siwêdayê
16 îlon, 2025   23:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Giştî yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê duh basek şîrketa Şemis El Alem li banda kontrolê ya li gundê El Mitona yê bakurê Siwêdayê dema ku ji bajarê Ceremana dihat ber  bi parêzgehê sekinandin û ajokar Xesan Şiqêr û alîkarê wî Ramî Şiqêr girtin û ew birin Şamê.

Xwediyê şîrketa navborî Kerîm Serayî El Dîn li ser hesabê xwe yê Fecbookê ragihand ku endamên bendên kontrolê rêwî hemû peya kirine û bas desteser kirine, ajokar û alîkarê wî girtine.

Her wiha Serayî El Dîn ji xwediyê emanatan xwest ku herin bendên kontrolê yê El Mitona ji bo ku emanetên xwe werbigirin.

Şîrketa Şemis El Alem niha hemû çûn û hatina xwe ji bo paytexta Sûriyeyê Şamê rawestandiye.

(ac/şx)

ANHA