ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17- 3 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17- 3 – 2025
17 adar, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Dêrikê diyar kir ku banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan gaveke girîng ber bi demokrasî û avakirina aştiyeke mayînde ve ye.

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran Meryem Osman destnîşan kir ku jin stûna bingehîn a projeya aştî û demokrasiyê ya Rêber Abdullah Ocalan e, lewma divê jin ji bo ku ji bandora zihniyeta mêr rizgar bibin, divê têkoşîna xwe bilind bikin.

Şêniyên bajarê Til Hemîsê ku beşdarî çalakiya li bendava Tişrînê bûn, tekez kirin ku "Berxwedana li Bendava Tişrînê, berxwedana hemû pêkhateyên herêmê ye. Ev yek nîşaneya rast a Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. "

Elewiyên li bajarê Dêrikê banga rawestandina komkujiyên li perava Sûriyeyê yên li dijî Elewiyan kir.

Xelkê kantona Reqayê sersaxiyê ji malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mûsa Xelef El Mûsa dixwaze, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê li Çerxerêya Efrînê ya Qamişloyê bernameya pîrozbahiyên Newroza 2025’an aşkera dike, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Girkê Legê û Rimêlanê agirê Newroza 2025’an li pêş Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê pêdixe, (19:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê li qada navenda xwe ya li Kobanê agirê Newroza 2025’an pêdixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê li qada navenda xwe ya bajêr agirê Newrozê pêdixe, (19:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Li gelek taxên bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin û agir tê pêxistin. BI WÊNE Û DÎMEN