Li ser sînorê Lubnanê 3 endamên desthilata Şamê hatin kuştin

Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê 3 endamên hêzên desthilata Şamê hatin kuştin. Li gorî agahiyan ew endam bi destê çekdarên ku tê texmînkirin ên Hizbullaha Lubnanê ne hatine kuştin.

Li ser sînorê Lubnanê 3 endamên desthilata Şamê hatin kuştin
16 adar, 2025   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku bi guleyên çekdaran li ser sînorê Sûriye-Lubnanê 3 endamên hêzên desthilata Şamê hatin kuştin.

Li gorî raporan, ew endamên ber bi hundirê xaka Lubnanê ve hatine kişandin û li nêzî rêya bendavê li hember gundê Qesir êriş çêbû. Di encamê de 3 endamên hêzên desthilata Şamê hatin kuştin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên leşkerî yên desthilata şamê, komeke çekdarên Hizbullah sînorê Sûriyeyê derbas kirine û ketin gundewarê Humsê û ev êriş pêk anî.

(fr)