ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-2-2025
17 sibat, 2025   02:00

Şêniyên kantona Tebqayê diyar kir ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê belav bûye û gelê azad xwedî lê derketine. Şêniyan destnîşan ku xwedîkeretina gel a li ramanên Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna gel a ji bo azadiya wî ya fîzîkî nîşaneya têkçûna komployê ye.

Navenda Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a kantona Tebqayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê klîbek nû ya bi navê “Jinên Sûriyeyî” amade dike.

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê, elektrîk li 60 gundan qut bû. Xebatkarên elektrîkê nekarin xwe bigihînin wan deveran da ku sererast bikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ji bo oxirkirina şehîd Ehmed Xalid Xelef li goristana şehîdên Şedadê merasîmekê li dar dixe, (10:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqayê cenazeyên 5 şervanên QSD’ê li goristana şehîdan a bajarokê Hikumiyê defin dike, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê şehîd Kerem El Hemed a ku di êrişa li dijî Bendava Tişrînê de şehîd bûbû, çalakiya bibîranînê li dar dixe, (13:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê, koçberên Efrînê cenazeyê rojnamevan Şervan Seydo (Egîd Roj) ê ku di êrişa dagirkeriya Tirk a 15’ê Sibatê de şehîd bûye, li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê oxir dike, her wiha ji bo şervanê QSD‛ê Luey Mihemed Ezîz (Zagros) ê ku di 27’ê Kanûnta 2024’an de li Minbicê şehîd bûye merasîmeke xiyabî  li dar dixe, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN