Şandeyeke Yekitiya Suryanî serdana metranê Ortodoks ê Hemayê kir

Şandeyek ji Partiya Yekitiya Suryanî bi serkêşiya Shamiram Danho serdana metranê Rom ê Ortodoks Nicola Baalbakî yê Hemayê kir. Di serdanê de rewşa giştî li Sûriyeyê û astengiyên li pêşberî gelê Suryanî li Sûriyeyê hat nîqaşkirin.

Şandeyeke Yekitiya Suryanî serdana metranê Ortodoks ê Hemayê kir
16 sibat, 2025   22:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya gera xwe ya li hundirê Sûriyeyê de, şandeyeke Partiya Yekitiya Suryanî serdana metranê Rom ê Ortodoks ê li bajarê Hemayê kir.

Şandeya ku ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana metranê Rom ê Ortodosk ê li Hemayê kiriye, ji hevserokê partiyê li Sûriyeyê Sahmiram Danho, berpirsê têkilyan ê partiyê Afram Îshaq, endamên partiyê Bersûm Bersûm û Suheyl Beho, pêk hat.

Nicola Baalbakî tevî rûspiyên bajarokê Miherdê yê Hemayê serdanê şandeyê kir.

Di hevdîtinê de rewşa giştî li Sûriyeyê, rewşa ku gel tê re derbas dibe, rewşa taybet bi Hema û gundewarê wê hat nîqaşkirin. Her wiha her du aliyan nêrînên der barê rêbazên geşkirina hevkarî û diyalogê digel astengiyê rûbirûyî Sûriyeyê de gotûbêj kirin.

Ev serdan, di çarçoveya hewldanên Partiya Yekitiya Suryanî ji bo xurtkirina têkiliyê bi tevahî aliyên herêmî û piştgiriya hevgirtina civakî de pêk hat.

(fr)

ANHA