ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-12-2025
16 kanûn, 2025   02:00

Rewşenbîrên li Girkê Legê destnîşan kir ku zêdebûna gotinên nefretê û kîndariyê bûye sedema tirsê û bandorê li aramiya civakî û têkiliyên di navbera pêkhateyên cuda de dike. Rewşenbîran got divê naverokên medyayê bên kontrolkirin û diyaloga navxweyî were xurtkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinan destnîşan kir ku bi saya fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan îro di hemû qadên jiyanê de cihê digirin û got “Heta Rêberê me azad bibe em ê li qadan bin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Di dema mij û baranê de Rêveberiya Giştî ya Trafîkê 41 bûyrên trafîkê tomar kirin ku di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar bûn.

Saziya Zimanê Kurdî û Nivîsgeha Perwerdê ya Meclisa Rêveber şahiya belavkirina bawernameyên serkeftiyên Zimanê Kurdî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê bi hevkariya Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan bi boneya Rojava Mafên Mirovan a Cîhanê panelekê li Navenda Lêkolînan a Qamişloyê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Til Hemîsê ya kantona Cizîrê sersaxiyê dide malbata şervanê QSDˊê şehîd Malik Mihemed El Xelîl li gundê El Hesewiyê, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewreya 6ˊan a efseran li Akademiya Şehîd Elî Mulhim a bajarê Mensûra yê kantona Tebqayê bi dawî dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê ji bo 95 şehîdên di mehên Tebax, Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de şehîd bûne li hola şehîdan merasîma bibîranînê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê bi Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê re cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Hisên Dawûd Xece li Pakrewangeha Şehîd Rûstem Cûdî defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Firatê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê ji Qada Jina Azad a Kobanê ve li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Parka Xwendinê ya Qamişloyê şahiya îmzekirina pirtûka "Serpêkhatiyên Jineke Kurd" ya nivîskar Fewziye Hecî Berko li dar dixe, 16.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN