Dewriyeyek Îsraîlê 3 kes ji Quneytîrayê girtin

Dewriyeyek Îsraîê li gundewarê Quneytîrayê yê başûrê Sûriyeyê 3 kes girtin.

Dewriyeyek Îsraîlê 3 kes ji Quneytîrayê girtin
15 kanûn, 2025   21:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku dewriyeya îsraîlê 3 sivîlên ji xelkê gundê El Hemîdiyê, dema êzing li herêma Çerxerêya El Elem a Quneytîrayê kom dikirin, girtin.

SOHRˊê da zanîn ku heta niha sedemên girtinê yan jî aqûbeta wan nehatine diyarkirin.

Di gel çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê li herêmên başûrê de, nexasim li herêmên nêzî eniyên şer, ev bûyer pêk hat.

Îro, dewriyeyek leşkerî ya Îsraîlê ku ji 5 alavên leşkerî û leşkeran pêk tê, li çatrêya Eyn El Beyda ya bakurê gundewarê Quneytîrayê bendeke kontrolê danî, kesên derbas dibûn teftîş dikirin.

(fr)