Li Xezayê serkirdeyekî Hemasê hat kuştin

Serkirdeyekî saziya ewlehiya hundirîn a Tevgera Hemasê ji ber êrişa li dijî erebeya wî li kampa Mexazî ya Şerîaya Xezayê hat kuştin.

Li Xezayê serkirdeyekî Hemasê hat kuştin
15 kanûn, 2025   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serkirdeyê saziya ewlehiya hundirîn a girêdayî Tevgera Hemasê Ehmed Zemzem di gulebarana li dijî erebeya wî li kampa Mexazî ya Şerîda Xezayê de hat kuştin.

Wezareta Hundirîn a Xezayê diyar kir ku serkirde bi destê ajanên Îsraîlê bi talîmatên yekser ên saziyên mixaberata Îsraîlê hat kuştin û kesekî beşdarî kiryara siûqastkirinê bûye hat girtin.

Çavkaniyekî ewlehiyê yê Îsraîlê di axaftina xwe ya ji radyoya Îsraîlê re got tu têkiliya Shin Bet bi wê yekê re nîn e.

Li deverên di bin kontrola Îsraîlê yên li Şerîda Xezayê de 5 komên çekdar ên xizmetî Îsraîlê dikin hene, yek ji wan koman "Hêzên Gelêrî" ye ku serkirdeyê wê Yasir Ebû Şebab bû ku beriya du hefteyan hatibû kuştin.

(fr)