ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-12-2023
17 kanûn, 2023   02:00

Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser Hevpeymana Civakî ya nû erê kir. Çavdêran ‎anî ziman ku ji bo çareseriyê li Sûriyeyê hêvî ye. Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker ‎îdiayên ku berê der barê parastina ewlehiya xwe ji gefan de aşkera kirin. ‎

Ferzende Mûnzûr anî ziman ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji parêzerên Bakur ‎û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê 1025 îmze ji bo Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bişînin, kom ‎kirine. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Cizîrê diyar kir ku bi tevlêbûna wan li çalakiyên banga azadiya fîzîkî ya Rêber ‎Abdullah Ocalan dê dengê xwe yê bi banga aşkerakirina rewşa wî ya tenduristî û pêkanîna ‎azadiya wî ya fîzîkî  bi cîhanê bide bihîstin.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Beşdarên foruma eşîran a Reqayê anî ziman ku lidarxistina foruma eşîran û aşkerakirina ‎helwestekê di wê forumê de bersiva aşkera li dijî tevahî kesên hewl didin fitneyan di navbera ‎pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li dar bixin û got divê nakokî bi dawî bin, hevgirtin ‎xurt be û li hember astengiyan piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji 10 salan ve cara yekê ye ku hilbijartinên meclisên parêzgehan ên Iraqê têne kirin. Gelo ‎bandora van hilbijartinan li ser rewşa siyasî ya Iraqê çi ye? Ev hilbijartin dê bibin pêngaveke ‎guhertinê li Iraqê?‎

Dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê‏ ‏bandor li piranî saktorên jiyanê kir, ji wan jî saktora ‎perwerdê ku êdî mamoste û xwendekar bêyî rêbazên germkirinê mane û nexweşî ji ber ‎sermayê belav dibin. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi diruşma ′Li dijî koletî aşqa jiyana azad′ li hola navenda çandê ya Tebqayê forumeke diyalogê li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Jinan a Meclisa Herêma Rojhilat a Kantona Dêrazorê ji bo naskirin û şîrovekirina bendên Hevpeymana Civakî panelekê li hola Meclisa Gel a Hecînê li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongreya Îslama Demokratîk li ser xeteriyên hişbirê li bajarokê Til Kerem ê Dirbêsiyê semînerekê dide, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Tirbespiyê sersaxiyê dide malbata şehîd Silêman Xidir Salih, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Astengdaran bi sponseriya Komîteya Kar û Barên Civakî ya kantona Minbicê bi sernavê ′komkirina şadiyê′ şahiyekê ji astengdaran re li navenda Çand û Hunerê ya Minbicê li dar dixe, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çand û Hunerê û Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê pêşangeha şêwekariyê li hola Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya Hesekê li dar dixe, saet 14:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana 9′emîn a Çand û Hunerê di roja xwe ya 3′yemîn de dewam dike, saet 16:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser neteweya demokratîk û armancên wê weke çareserkirina tevahî dozên li herêmê li hola Marbêla ya Hesekê panelekê li dar dixe, saet 17:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku xelkê Til Temîsê di çarçoveya piştgiriya gel ji berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê yên di girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de bi dawî dibe, saet 20:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA