Li Lozanê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan stand hate vekirin

Li Lozanê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de stand hat vekirin û pergala îşkenceya li Îmraliyê hat teşhîrkirin.

Li Lozanê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan stand hate vekirin
16 kanûn, 2023   22:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Swîsreyê çalakiyên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de dewam dikin.

Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê ve li qada St. Laûrentê stand hat vekirin.

Di tevahiya çalakiyê de têkîldarî pergala êşkenceya li Îmraliyê agahî hatin dayîn.

Ji aliyê aktivîstan danezan û her wiha pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ên li Girtîgeha Îmraliyê nivîsandine yên bi zimanê Fransî û Îngilîzî hatin belavkirin.